Bûyerên li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê bi serê du ciwanên şoreşger Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen hat, ku 12 rojan di binê çavan de man, mînaka destpêkê ya pêkanîna Rewşa Awarte ya li hemberî mûxalîfên çepgir e.
Parêzera her du ciwanên şoreşger Gulhan Kaya ya ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan, bûyerên bi serê her du ciwanan û wê ve hatî, ji ANF'ê re vegot.
PARÊZER BI TESADUFÎ HÎN BÛ KU MUWEKÎLÊN WÊ HATINE BINÇAVKIRIN
Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen, di 23'ê Tîrmehê de dema li kolanên Rihayê digeriyan, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan di şeva heman rojê de agahî da malbata Kosemen. Lê parêzer Gulhan Kaya, di roja duyemîn de dema ji bo Kosemen çû qereqolê pê hesiya ku Mehmet Alî Genç jî hatiye binçavkirin.
Her du ciwan ewilî birin Navenda Polîsan a li Sarayonu. Îşkenceya di dema binçavkirinê de destpê kir, li vê navenda polîsan dewam kir. Pişta wan tazî kirin û bi vî rengî demeke dirêj di bin germahiya dijwar a rojê de li ser piyan hatin sekinandin.
Her du ciwanan îşkenceya wê demê ji parêzer re vegotin: "Em di binê tîna dijwar a rojê de hiştin. Dûre xistin hundir, birin odeyên ji hev cuda û li wir li me dan. Em tazî kirin û tacîza zayendî kirin. Bi mirinê û destavêtinê gef xwarin. Piştre dîsa em derxistin binê tîna rojê û heman tişt bi vî rengî dubare kirin. Vê yekê herî kêm 4-5 saetan dewam kir."
Piştre birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Lê belê ji ber ku cih tinebû demekê li Midûriyeta şaxê Asayîşê hatin sekinandin. Li vir jî hatin tazîkirin û li ser wan hat gerîn. Piştî rojekê birin nezaretxaneya Midûriyet Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê.
ÇAVÊN WAN GIRTÎ, DESTÊN WAN KELEPÇEKIRÎ, HATIN TAZÎKIRIN Û BI VÎ RENGÎ LÊPIRSÎNA WAN HAT KIRIN
Li vê derê du rojan lêpirsîna wan hat kirin. Di dema lêpirsînê de destên wan ji pişt ve bi kelepçeyê girtî, çavên wan girtî û bedena wan tazî bû. Di vê demê de îşkence li wan hat kirin, dest dan bedena wan, ço li ser bedena wan û organên wan ên zayendî gerandin û gefa destavêtin û mirinê li wan xwarin.
Gefa "Eger tu naxive, em ê dest bavêjin pîrka te jî. Em ê malbata te bikujin. Ji xwe hûn ê nikaribin bi saxî ji vir derkevin" gef li Metîn Kosemen hat xwarin.
Bi zorê devê Mehmet Alî Genç vekirin û hewl dan kolonyayê bidin vxwarin.
GEFA 'HÛN 30 ROJAN DI DESTÊ ME DE NE'
Polîsan timî gefa "Hûn 30 rojan di destê me de ne. Hûn ê nikaribin bi saxî ji vir derkevin. Hûn ê li salên 90'î jî bigerin. Piştî salên 90'î, ewilî hûn ketin destê me. Em ê her tiştî li ser we biceribînin" xwarin û îşkence kirin.
Parêzer Gulhan Kaya da xuyakirin, ku piştî 3 rojan wê karîbû muwekîlên xwe bibîne. Kaya diyar kir, dozgeriya ku li pêşiya hevdîtinê dibû asteng, ji bo vê astengiya xwe ti hincet nîşan neda. Dozgerî jê re got, "Gelek kar hene. Ji xwe mafê me heye em nehêlin hevdîtin were kirin."
Parêzer Gulhan Kaya da zanîn, di nava du rojên hevdîtina wan hat astengkirin de îşkenceyeke giran li her du ciwanan hatiye kirin.
Her du ciwan, ji bo îşkence û bêhiqûqiya li wan hat kirin şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê. Lê belê di nava 11 rojên binçavkirî de, tevî ku parêzeran timî serlêdana wê kirin jî, şekir ji binçavkiriyan re nehat dayîn. Li şûna vê yekê, ji ciwanên di greva birçîbûnê de bûn, her danî xwarin dihat anîn.
Gulhan Kaya got, "Di roja 10. de, dema min bi dozger re hevdîtin kir, daxwaznameya min a berî bi rojan ji bo dayîna şekir pêşkêş kiribû, li ser maseya wî bû û di vî warî de ti tişt nekiribû."
Têkildarî daxwaznameya parêzer Kaya ya li ser îşkenceyê de dozger got, "Min ji polîsan pirsî, gotin wan tiştekî bi vî rengî nekirine." Parêzer Kaya li ser vê yekê ji dozger re got, "We ji polîsan pirsîn, xwezî we ji muwekîlan jî bipirsiya."
Di dema binçavkirinê de, kinc jî nedan ciwanan. Kaya got, "Li cihekî mîna Rihayê di nava vê germa dijwar de bi rojan bi heman kincî hatin sekinandin. Ev yek bi tena serê xwe rêbazeke îşkenceyê ye."
PÊŞÎ LI BELGEKIRINA ÎŞKENCEYÊ GIRTIN
Her du ciwan di rojên binçavkirî de gelek caran birin doktor. Lê belê polîsan nehiştin doktor îşkenceya li ciwanan hatiye kirin bike belge. Ciwanên ku gelek caran sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, li hundirê maşîna zirxî hatin sekinandin. Polîsan raporên doktoran jî bi xwe dan çêkirin.
Her du ciwan di roja 12. de derxistin pêşberî dozgeriyê. Her du şoreşgeran di lêpirsîna li dozgeriyê de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn û piştre bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, di vê demê de, parêznameya parêzer bi gotina 'Ez nikarim heta danê sibehê li we guhdarî bikim' birî. Ti ji gotinên Kaya di raporê de nehatin bicihkirin.
Kaya got, "Mîna ku li pêşberî me dozger tinebû. Rayedarekî hikûmetê hebû. Tehemûla xwe ji guhdarîkirinê jî tinebû."
Di dema dadgehê de jî rewş neguherî. Her du ciwanan sûcdariya "endametiya rêxistinê" red kirin û gotin, ew sosyalîst in. Qala îşkenceya li wan hat kirin, kirin.
Parêzer Kaya da xuyakirin, ku sewqkirina muwekîlên wan a ji bo edliyeyê, di encama zexta raya giştî de pêk hat û bal kişand ser xeteriya windakirina di binê çavan de.
Kaya ev daxwaz ji her kesî kir: Eger hûn li kolanan hatin binçavkirin, ji sedî sed bi dengekî bilind navê xwe bêjin û biqîrin. Ji ber ku ev dem dema gefa windakirina di binê çavan de ye."