Li Ewropayê perwerdeya çapemeniya alternatîf

Perwerdeya çapemeniya azad a ji aliyê saziyên çapemeniya Kurd ên li Ewropayê ve tê organîzekirin, dewam dike.

Perwerdeya çapemeniyê ya ji bo xurtkirina çapemeniya azad tê lidarxistin, cara çaremîn di navbera 18'ê Tîrmehê-3'ê Tebaxê de bi beşdariya ciwanên ji welatên cuda yên Ewropayê, li studyoya Stêrk TV a li Belçîkayê pêk hat. Perwerdeyê bi semînera 'Hêza Medya û Polîtîka' ya rojnamevan nivîskar Veysî Sarisozen destpê kir.

Tevî dîroka çapemeniya Kurd, li ser weşankariya dîtbarî, nivîskî, ajans û radyoyê, dersên teorîk û pratîkî hatin dayîn. Her wiha li ser kişandina wêne û kamerayê, montaj û teknîkên nivîsandina nûçeyan hat rawestîn. Beşdaran, li dijî feraseta medya alîgirê sîstemê, bi feraseta xurtkirina tora medya azad, bi baldarî bernameya perwerdeyê şopandin. Di çarçoveya perwerdeyê de rojnamevanên bi tecrûbe Bakî Gul, Îsmet Kayhan, Nûrdogan Aydogan, Guler Yildiz, Amed Dîcle, Alî Guler, Medenî Ferho, Devrîm Arslan jî di gelek mijaran de pêşkêşî kirin.

Di perwerdeyê de, mijara nûçegihaniya bi ziman û rengê jinê bêhtir derket pêş.

PERWERDEYEKE WATEDAR Û HÊJA

Ciwanên beşdarî perwerdeyê bûn dan xu yakirin, ku perwerde gelekî berhemdar bû û diyar kirin, ji bo destekê bidin saziyên çapemeniya azad ew ê bikevin nava hewldanan. Îbrahîm Ahmed ê ji Bremenê beşdarî perwerdeyê bû got, "Bi perwerdeya çapemeniyê re zemîneke xurt li gel min çêbû. Ji aliyê rojnamevanên xwedî tecrûbe ve, di gelek beşan de qurs ji me re hat dayîn. Ev kedeke gelekî hêja bû. Ji aliyê perwerdeya çapemeniyê ve em gihaştin astekê û êdî bi çavên rojnamevanan li cîhanê dinêrin. Pêwîste em keda di vê perwerdeyê de hatiye dayîn, ji bo xizmeta gelê xwe bi kar bînin."

Ji beşdaran Hêvî Jin Surer jî got, "Ji bo xwe ji aliyê çapemeniyê ve bi pêş bixînim, vê perwedeyê gelekî watedar û hêja dibînim. Di gelek mijaran de bûm xwedî agahî. Ez dixwazim xwe bi pêş bixînim û di çapemeniya alternatîf de bibim rojnamevaneke serketî."

'DIVÊ BALA CIWANAN LI SER ROJNAMEVANIYÊ BE'

Rojnamevan Denîz Bîlgîn li ser armanca perwerdeyê agahî da û got, "Me cara çaremîn perwerdeya xwe ya çapemeniyê pêk anîn. Ji sê parçeyên Kurdistanê ciwan tevlî bûn. Bi vê perwerdeyê ve em dixwazin li nava ciwanên Kurd ên li Ewropayê hem qadeke pîşeyî ava bikin, hem jî çapemeniya azad xurt bikin. Bi ciwanên tevlî perwerdeyê bû ve bingehek çêbû. Lewma perwerdeyeke berhemdar bû. Ez bawer im, wê ji niha û pê ve bi hewldanên xwe, hîn bêhtir xwe bi pêş ve bibin û ji bo gelê xwe karekî kêrhatî bikin. Pêwîste ciwanên Kurd ên li Ewropayê hîn bêhtir li ser çapemeniyê bisekinin."

...