BI DÎMEN

'Heta Ocalan azad bibe em ê li qadan bin'

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jinên Kurd li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jinên Kurd li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

KOLN

Meclîsa Jinê ya Viyan a li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şand.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi şiyara "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya YJK-E Hessenê ve hat lidarxistin û ji Frankfûrt, Darmstadt, Gîssen, Hanaû û Offenbachê bi sedan kes tevlî bûn. Meşê saet di 16:30 de li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê destpê kir û heta meydana Romer dewam kir. Jinan bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Erdogan kujerê zarokan" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

Mîtînga li meydana Romerê jî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê YJK-E Delal Yaman li vir axivî û destnîşan kir, ku heta Ocalan azad bibe, wê çalakiyên wan dewam bikin. Piştre belavoka NAV-DEM'ê bi zimanê Elmanî hat xwendin.

DUSSELDORF

Jinên Kurd li bajarê Dusseldorf ê Elmanayê di festîvala Rock Gegen Rechtes Dusseldorf 2016’an de, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiya ku ji aliyê Însyatîfa Jinan a Dusseldorfê ve hate lidarxistin de li Oberbîlk Volksgarten destpêkir.

Jinan pankarta ku “Ocalan mirovekî aştiyê ye” û “Dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin” vekirin, li cihê festîvalê geriyan, belavok belavkirin. Çalakî bi dirûşim, tilîlî û çepikan vebi dawî bû.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbron ê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan mîtîngeke girseyî hat lidarxistin. Mîtîng li navenda bajêr hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin û bi vê armancê bi hezaran belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Ocalan zêdeyî hezar Kurdistanî li hev kom bûn û ji meydana Canebîerre heta Vîeûx-portê meşiyan. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Kemal guler li vir axivî û destnîşan kir, ku eger derhal destûra hevdîtinê neyê dayîn, wê Kurd her derê bike cehenem.

STOCKHOLM

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ku ji bo rakirina tecrîda tecrîda li ser Ocalan serê du rojan carekê xwepêşandanê lidar dixin, duh jî li qadan bûn.

Girseya gel yek ji kolanên herî qelebalix ên Stockholmê li trafîkê girtin û li ber stasyona navendî ya metroyê li hev civiyan.

Meclîsa Jinên Kurd Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê dan xuyakirin, ku heta tecrîd were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostan kirin.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê, li Stasyona Trenê ya Navendî kampanya îmzeyan a ji bo 3 rojan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de belavokên li ser tecrîdê yên bi zimanê Norwêcî hatine amadekirin, tên belavkirin. Kampanya saet di navbera 12:00-18:00 de dewam dike.

...