Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, mijara bangnekirina li HDP'ê ya ji bo mîtînga Yenîkapi nirxand û got, nedîtina HDP'ê tê wateya parçvekirina gelan. Beştaş got, "Bi dervehiştin û nedîtina HDP'ê re siyaseta xwe ya cihêkariyê bi rengekî vekirî nîşan dan" û diyar kir, li ser siyaseta ku berê cemaetê û AKP'ê bi yekperestiyê dixwestin ava bikin, îro her sê partiyan li hev kirine. Beştaş da xuyakirin, ku di 7'ê Tebaxê de derketiye holê, li Tirkiyeyê bi tenê partiyeke mûxalefeta bingehîn heye; ew jî HDP ye. Beştaş bang li tevahiya mûxalefetê kir, ku di bin sîwana HDP'ê de li hev bicivin.
EV RÊ NE TI RÊ YE
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir, ku ji nedîtî hatina HDP'ê wê encamên baş ji bo demokrasiyê dernexîne holê. Beştaş bibîr xist, ku HDP partiyeke 6 mîlyon dengên xwe hene û diyar kir, lewma yekîtiyek bêyî HDP'ê, lihevkirinek bêyî HDP'ê nabe.
Beştaş da zanîn, ji nedîtina HDP'ê tê wateya parçekirina gelan û got, "Di dervehiştin û nedîtina HDP'ê re bi rengekî vekirî nîşan dan, ku ew siyaseteke cihêkariyê dimeşînin." Beştaş got, "Ev rê ne ti rê ye, çareserî nîne" û ragihand, divê ev nedîtin weke tifaqa li dijî gelê Kurd were fêhmkirin.
Beştaş diyar kir, ev nedîtin di heman demê de tê wateya nedîtina Elewiyan û hemû nasname û baweriyên din ên cuda. Meral Daniş Beştaş anî ziman, ku di rewşa heyî de li ser siyaseta ku berê cemaetê û AKP'ê bi yekperestiyê dixwestin ava bikin, îro her sê partiyan li hev kirine û bibîr xist, ku ev hewldan hewldaneke pûç e. Beştaş got, "Çawa ku tifaqên li dijî Kurdan di dîroka Tirkiyeyê de têk çûn, ev tifaq jî wê bi ser nekeve. Dîrok bi tifaqê bi vî rengî dagirtiye. Hemû jî têk çûne. Tifaqek bêyî reng û dengê piralî yên HDP'ê, nikare bibe tifaqek."
DI 7'Ê TEBAXÊ DE EŞKERE BÛ, KU YEKANE PARTIYA MÛXALEFETÊ HDP YE
Parlamenter Beştaş da xuyairin, ku li meclîsê bikaranîna zimanekî hevpar ê li dijî darbeyan, hewldaneke pûç a xapandinê ye û wiha dewam kir: "Ne ji ber ku AKP li dijî darbeyê ye, em weke HDP'ê li ber darbeyê rabûne. Em partiyeke ku ji mêj ve li dijî darbeyan têdikoşin û siyaseta demokratîk derdixînin pêş. Lewma em ê têkoşîna xwe ya li dijî darbeyan heta dawiyê bidomînin. Em duh li meydanan bûn, em îro jî li meydanan e û em ê sibe jî li meydanan bin."
Beştaş da zanîn, weke HDP'ê ji bo çûyîna Yenîkapiyê daxwazeke wan tinebû û got, "Ji xwe weke partî, eger em bi rengekî fermî jî bihatina dawetkirin, em ê neçûbûna." Beştaş, asta ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdarogû gihaştiye bi gotina "Bila Birêz Kiliçdargolû biçe li Qesrê nobedê bigire" rexne kir.
Parlamenter Beştaş destnîşan kir, ku di 7'ê Tebaxê de derketiye holê ku li Tirkiyeyê bi tenê partiyeke li mûxalefeta bingehîn heey, ew jî HDP ye. Beştaş bang li hemû mûxalefetê kir, ku li bin sîwanê HDP'ê li heb bicivin.
Beştaş herî dawî weke hiqûqnasekê nerazîbûn nîşanî helwesta dadgeriya Tirk da, ku 'Dozên KCK'ê di çarçoveya dek û dolabên cemaetê de nedîtiye û destnîşan kir, ku ev yek jî parçeyek ji siyaseta redkirina HDP'ê ye.