ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bav Ataş: Em ê bi piştgiriyê, keça min bînin xaka lê ji dayik bûye
Mehmet Ataş bavê Eylem Ataş dixwaze, bi piştgiriyeke xurt cenazeyê keça xwe ji Rojava bîne Edeneyê û li cihê lê ji dayik bûye bispêrin axê. Bav Ataş got, "Niyeta dewletê çi dibe bila bibe, em ê bi piştgiriya hev, keça min bînin." -
Komkujiya Şengalê li Swêdê hat şermezarkirin
Di salvegera duyemîn a Komkujiya Şengalê de, li bajarê Orebro yê Swêdê bi meşek û mîtîngekê çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li paytext Stockholmê dijîn jî wê îro bi heman armancê dakevin kolanan. -
Li Dersimê li hember tabûra hêzên taybet çalakî
Li hember Fermandariya tabûra hêzên taybet a li gundê Geyîksûyû ya girêdayî navenda Dersimê, gerîlayan bi çekên lûle dirêj çalakiyek lidar xistin. -
Li Şemzînanê qedexeya kolanan hate rakirin
Qedexeya kolanan a li ser gundikê Serero û gundê Şapatan ê girêdayîn navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû îlankirin, hate rakirin. -
MLKP Rojava: Duh Şengal hate azakirin dor a Minbicê ye
MLKP Rojava, qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Dîrok û mirovahiyê ji bîr nekir bê ka Şengal çawa û kê azad kir û wê ji bîr neke. Duh Şengal hate azadkirin, niha dora Minbicê ye.’ -
Li Siyasetmedarê Kurd Kavak 3 sal cezayê hepsê hate birîn
Li Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Kavak ê ev salek e girtî ye, wê 2 salên din jî girtî bimîne û 27 salên temenê xwe di girtîgehan de derbas bike. -
SPYG: PDK’ê Şengal firot û ti hêzên herêmî û navdewletî dengê xwe nekirin
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan bi boneya 2’yemîn salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Roja 3’yê Tebaxê divê weke Roja Şengalê ya Cîhanî were erêkirin.” -
Bîlgen: Bi Îmraliyê re hevdîtin pêk neyê, wê şer kûrtir bibin
Berdevkê HDP’ê Bîlgen, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da, divê bi lezgîn bi Îmraliyê re hevdîtin pêk were. Bîlgen diyar kir ku fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan wê pêvajoya şer hê kûrtir bike. -
Komkujiya Qamişloyê li Soderhamnê hat şermezarkirin
Komkujiya Qamişloyê li navçeya Soderhamn a Swêdê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin. -
KNK: Divê Şengal li gorî daxwaza Şengaliyan bê birêvebirin
KNK’ê bi mebesta salvegera Qirkirina Êzidiyan diyar kir, "Divê îdare, rêvebirin û parastina Şengalê li gorî xwestina gelê Şengalê be. Eger gelê Şengalê bixwaze, di nava Kurdistanê de Şengal dikare bibe herêmeke xweser." -
Li Stockholmê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholmê dijîn, ji bo azadiya Ocalan çalakî lidar xistin. -
AKP'yî hewl didin xwe li Awûstûryayê 'baş' nîşan bidin, lê kes pê naxape
Dûvika AKP'e ya li Ewropayê UETD, ku gelek nerazîbûn li hemberî wê hene, hewl dide li Awûstûryayê îmaja xwe serarast bike û xwe 'baş' nîşan bide. Lê kes pê naxape. -
Ji bo Êzidiyan divê Swêd alîkariya leşkerî bide Kurdan
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê gotarek nivîsand û ji Swêdê xwest, alîkariya leşkerî bide Kurdên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. -
MŞD û PHKÊ komkujiya Şengalê şermezar kirin
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê û Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî, ji ber salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê daxuyanî dan û komkujî şermerzar kirin. -
Ji Renzî ji bo Erdogan: Li Îtalyayê dadger li gorî hiqûqê tev digere, Ne li gorî Serokkomarê Tirk!
Ji ber sedama lêpirsîna li Îtlayayê ya têkildarî kurê Erdogan, sûc û gefên Erdogan, ji Serokwezîr Matteo Renzî bersiv hat. Rezî wiha got: “Li vî welatî dadger li gorî hiqûq û Distûra Bingehîn a Îtalayayê tev digerin. Ne li gorî Serokkomarê Tirk an.” -
Cold-Hackers, dest danî ser bi sedan belgeyên saziyan
Koma hack a Kurd Cold-Heckers, li dijî tecrîdê dest danî ser belgeyên gelek malperan. -
Li çar bajaran binçavkirin û girtin
Li Edene, Sêrt, Mêrdîn û Colemrêgê pêkanînên qirkirina siyasî dewam dikin. -
Xwediyê pirtûkxaneya Umut Kîtabevî: Wê demê bi hev re tevgeriyan
Seferî Yilmaz ku pirtûkxaneya wî hatibû bombekirin îfade da dozger Ferhat Sarikaya got, gotina; ‘’Navê Yaşar Buyukanit, Fermandarê Hêzê Bejahiyê yê wê serdemê bi zorê li îdîanameyê hate zêdekirin.’’ -
Tecrîd li Wûppertalê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Qamişloyê, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
Di bin navê FETO de êrîş li mûxalîfan tê kirin
Seroka Şaxê 4. a Tum-Bel-Sen a KESK'ê Saadet Ozsoy diyar kir, di bin navê FETO de mûxalîfên karmend hedef tên girtin û ji kar tên derxistin. -
Nerazîbûna Ewropayê ya li şantaja Tirkiyeyê zêde dibe
Hikûmeta AKP'ê, piştî hewldana darbeyê, bêyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne daxwaza rakirina vîzeyê dike û gefa 'eger ev nebe, wê peymana li ser penaberan bê xerakirin' dixwe. Nerazîbûna li van gefên AKP'ê zêde dibe. -
Derwêş Dûran: Em dixwazin Şengal xweser be
Hevserokê Mala Êzidiyan a Celle Derwêş Dûran bal kişand ser lîstikên qirêj ên li ser Êzidiyên li Şengalê hatine lîstin û destnîşan kir, serkêşê van lîstikan PDK ye. Dûran got, "Li Şengalê yekane rêya çareseriyê xweserî ye." -
Di teqîna Çewligê de herî kêm 6 polîs hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Çewligê di êrîşa bombeyî ya li hember servîsa otobûsa Polîsên Hêza Çewîk hate lidarxistin de, herî kêm 6 polîs hatin kuştin. -
Serokê Parlementoya Iraqê piştî ku bi nelirêtiyan hate tawanbarkirin, ji rûniştinê derket
Serokê Parlamentoyê Selîm Cîburî piştî ku ji hêla Wezîrê Parastinê Xalid Ûbeydî ve bi nelirêtiyan hate tawanbarkirin, ji rûniştinê derket. -
Li Strasbourgê ji bo ku CPT û AI bi lezgînî tevbigere daxwazname dan
Gelek Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, li Strasbourga Fransayê gihaştin cem hev, ji bo ku bi lezgînî bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, daxwazname şandin Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AI)