ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gelek rewşenbîran hikûmet hişyar kir
Gelek rewşenbîr têkildarî tiştên ku piştî hewldana darbeyê hatin kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî hikûmet hişyar kirin. -
Li Marsîlya, Hîldesheîm û Bensheîmê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransa û bajarê Bensheîm û Hîldesheîm ê Elmanyayê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloy hate protestokirin. -
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe erşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di berxwedana Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Kurdên li Oslo komkujiya Qamişloyê şermezar kirin
Li paytexta Norwecê Osloyê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Oslo , li ber derê Parlementoya Norwecê Kurd kom bûn û bi çalakiyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kirin. -
Li Yewnanîstanê jinên Kurd azadiya Ocalan xwestin
Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan çalakî û helkeft didomin. Jinên Kurd bi vê mebestê daxwazên xwe dane Nûnertiya Yewnanîstanê ya YE’yê. -
Li Ewrûpayê dirûşmên ‘Ji Ocalan re Azadî ‘ berz dibin
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji ber tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirinên xwe didomînin. -
Rojnameyan nadin Ocalan
Rojnameyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser heye, têne şandin, têne îadekirin. -
AvEG-Kon: Em kampanya 33 malbatên xwedî li hev derdikevin, xurt bikin
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew kampanya '33 malbatên xwedî li hev derdikevin' a bi Yekîtiya Jinên Sosyalîst re dimeşîne, dewam dike. -
Ji hev ketina dewleta Tirk: 117 leşkerên din hatin girtin
Li dû hewldana darbeyê binçavkirin, girtin û girtina ji wezîfeyê dewam dike. -
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt doz hat vekirin
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt, bi îdîaya "propaganda terorê" doz hat vekirin. -
Komkujiya Qamişloyê li Ewropayê hat şermezarkirin
Komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin, li bajarên Roma, Hannover, Goteborg, Stockholm û Helsînborgê hat şermezarkirin. -
Şeva 'Ti xewn wê nîvco nemîne' sibe ye
Şeva 'Ti xewn wê nîvco nemîne' ku ji ber hewldana darbeyê hat taloqkirin, wê sibe li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci pêk were. -
Li Minbicê 42 çete hatin kuştin
Hat ragihandin ku di şerê li navenda bajarê Minbicê de herî kêm 42 çete hatin kuştin. -
Rihayî li dijî tecrîda li ser Ocalan li qadan bûn
Rihayiyên ku li 5 navçeyan li dijî polîtîkayên tecrîdê yên ku ji aliyê AKP/Qesrê ve li ser Ocalan tê meşandin daketin qadan, azadiya Ocalan qîr kirin. -
Li gelek navendan Qetlîama Qamişloyê hate protestokirin
Li bajarên Hildesheim, Krefeld ên Elmanay û Berlîn, Bern,Lozan,Rotterdam, Hannover,Essen û Anvers ê qetlîama Qamişloyê ku duh çeteyên DAÎŞ’ê kiribûn, bi awayekî girseyî hate protestokirin. -
Li Elmanya û Hollandayê Kurd di çalakiyan de ne: Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Li Elmanya û Hollandayê daxwaz kirin ku divê bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtin pêk bê. -
Siyasetmedarê Kurd Yildirim li Êlihê hate definkirin
Siyasetmedarê Kurd Saît Yildirim ê ku li sirgunê li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da, li ware wî Êlihê ji aliyê bi sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
YPG’ê derbên giran li çeteyan xistin: 10 çete hatin kuştin, dest danî ser gelek cebilxaneyan
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di şerê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 10 çete hatine kuştin û 2 çete jî bi saxî hatine girtin, dest danî ser gelek cebilxaneyên çeteyan. -
Heyeta ji bo Ocalan, bi CPT’ê re hevdîtin kir: Çalakiyan mezin bikin!
HDP’yiyan ji bo têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdê de bi CPT’ê re hevdîtin kir. Daxwaz ji rayedarên CPT’ê kirin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtinê bikin. HDP’ê, banga bilindkirina çalakiyan kir. -
Malbata Ataş bi HDP’ê re ji Meclîsê bang kir: Em cenazeyê xwe dixwazin
Têkoşîna malbata Eylem Ataş a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da û destûra anîna welêt nayê dayîn, didome. Bav Ataş bi Parlamentera HDP’ê Beştaş re civîna çapemeniyê li dar xist. -
Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatên a hevdîtinê bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din re dîsa hate redkirin. -
Ciwanên HDP’yî: Em radestî rejîma Rewşa Awarte nabin
Meclîsên Ciwana ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî darbe û Rewşa Awarte daxuyaniyek nivîskî parvekir. -
KJAR: Rewşa jinên Êzidî ji bo têkoşîna hemû jinên Kurd sedemek bingehîn e
KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî qirkirin û komkujiya ku ji aliyê DAIS´ê ve li ser gelê Şengalê hate kirin û birînek kûr di mêjiyê gelê Şengalê de çêkir, di duyemîn salvegera wê de şermezar kir. -
Hêzên YPG/YPJ'ê taxa Seken Şebabî ya Helebê bi temamî rizgar kirin
Şervanên YPG/YPJ’ê Taxa Seken Şebabî ya Helebê bi temamî ji komên çete yên koalisyonê rizgar kirin û ber bi Taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ve diçin. -
HDP'ê 'Komara Demokratîk' pêşniyar kir
HDP'ê, ji bo avakirina 'Komîsyona Avakirina Komara Demokratîk' qanûnek pêşniyar kir.