Malbata Ataş bi HDP’ê re ji Meclîsê bang kir: Em cenazeyê xwe dixwazin
Têkoşîna malbata Eylem Ataş a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da û destûra anîna welêt nayê dayîn, didome. Bav Ataş bi Parlamentera HDP’ê Beştaş re civîna çapemeniyê li dar xist.
Têkoşîna malbata Eylem Ataş a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da û destûra anîna welêt nayê dayîn, didome. Bav Ataş bi Parlamentera HDP’ê Beştaş re civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji bo Şervana Bîrleşîk Ozgurluk Guçlerî/Kadin Ozgurluk Gucu (BOG/KOG) Eylem Ataş (Cemre Heval) a li Rojava jiyana xwe ji dest da û ji 27’ê Hezîranê ve destûr nayê dayîn ku cenaze derbasî Tirkiyeyê bibe, li Meclîsê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.
Malbata Ataş a ku dema hemleya Minbicê jiyana xwe ji dest da, hewl da ku ji bo cenaze bînin Tirkiyeyê derbasî Rojava bibin, lê Qeymeqamtiya Pirsûsê ev asteng kiribû. Bav Mehmet Ataş ev du roj in li Meclîsê bi wekîlên HDP’î û CHP’î re hevdîtinê dike, îro jî bi Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş re civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de xwest ku cenazeyê Ataş û şervanên din ên li Rojava derbasî Tirkiyeyê bibin.
KAMPANYA ÎMZEYAN
Malbata Ata ji bo cenazeyê keça xwe binîn Tirkiyeyê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanya îmzeyê de ku li ser malpera Change.org didome, ev hate gotin: “Em keça xwe, xwişka xwe, hevrêya xwe dixwazin! Li ser wasiyeta wê definkirina li axa Çûkûrovayê heqê me yê herî bingehîn e. Em niha bang li tevahî mirovahiyê dikin ku bibin dengê Eylem, destek bidin ku li warê xwe bê definkirin.”