Komkujiya Qamişloyê li Ewropayê hat şermezarkirin
Komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin, li bajarên Roma, Hannover, Goteborg, Stockholm û Helsînborgê hat şermezarkirin.
Komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin, li bajarên Roma, Hannover, Goteborg, Stockholm û Helsînborgê hat şermezarkirin.
Li paytexta Îtalya Romayê, Kurdan li stasyona trenê ya navendî çalakiyek pêk anîn. Çalakgeran êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin û diyar kirin, li pişt êrîşê Tirkiye heye. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Terorîst DAIŞ" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, PYD'ê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), bi armanca şermezarkirina komkujiya Qamişloyê çalakiyek lidar xistin. Bi qasî 200 kesên li ber strasyona trenê ya navendî li hev civiyan, dirûşmên "Qamişlo wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Tola şehîdan wê were hilanîn" hatin qîrîn. Çalakgeran flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û PYD'ê hildan û belavok belav kirin. Çalakgeran piştre li nava gara trenê ji bo demeke kurt çalakiya rûniştinê pêk anîn.
STOCKHOLM
Kurdistaniyan duh li kolana Drottnîng a paytexta Swêd Stockholmê, xwepêşandanek pêk anîn û komkujiya Qamişloyê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî", "Piştgirî ji bo Qamişlo" hatin hildan. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê belavok belav kirin.
HELSÎNBORG
Kurdistaniyên li bajarê Helsînborg ê Swêdê dijîn, duh saet di 17:00 de li meydana navenda bajêr li hev civiyan û komkujiya Qamişloyê şermezar kirin. Bi qasî 200 kesên beşdarî çalakiyê bûn belavok belav kirin. Piştî xwendina belavoka NCDK, siyaetemdarê Kurd Welat Bagok axivî û destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê wê li Minbicê jî mîna li herêmên din têk biçin. Bagok da xuyakirin, ku çeteyên bi vê dizanin, li Qamişlo û gelek cihên din hewl didin komkujiyan bikin.
Di xwepêşandanê de hunermendê Kurd Lavîn jî strana 'Ax Qamişlo' got û çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.
GOTEBORG
Li meydana Gûtav Adolf a li bajarê Goteborg ê Swêdê, duh saet di 21:00 de çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê NCDK a Goteborgê ve hat organîzekirin, ji bo bîranîna kesên di komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Ji rêveberên NCDK'ê Alî Agirî û Abdullah Devecî dan xuyakirin, ku komkujiya Qamişloyê ji aliyê hêzên nikarin xwe li destketiyên gelê Kurda rabigirin ve hatiye kirin. Qisekeran bang li Kurdistaniyan kirin ku beşdarî xwepêşandana roja Şemiyê bibin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat şermezarkirin û daxwaza berdana Ocalan hat kirin.
BORLANGE
Li bajarê Borlange yê herêma Dalarna ya Swêdê, komkujiya li Qamişlo bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. Di axaftinên li qada çalakiyê de bang li hikûmeta Swêd û YekÎtiya Ewropayê hat kirin, ku piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan zêde bikin.