Li Elmanya û Hollandayê Kurd di çalakiyan de ne: Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Li Elmanya û Hollandayê daxwaz kirin ku divê bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtin pêk bê.
Li Elmanya û Hollandayê daxwaz kirin ku divê bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtin pêk bê.
Hêrsa gelê Kurd a ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikarên piştî hewldana darbeyê û ya ku agahî ji Ocalan nagirin her ku diçe mezin dibe. Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, daxwaz kirin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bên kirin.
LAHR
Li bajarê Lahr ê Elmanayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin.
Konê ku li Schlossplatzvestê roja Çarşemê hate vedan têkildarî tecrîd û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê tên meşandin belavok hatin belavkin.
Çalakvan wê roja Şemiyê dawî li çalakiya xwe bînin û dîsa di heman rojê de ji bo protestokirina tecîda li ser Ocalan wê beşdarî meşa ku di saet 18:00’an de li Offenbûrgê bibin. Wê meş ji Offenbûrg Bûssbahnhofê destpê bike heta sûka navendê dewam bike.
FREÎBÛRG
Li bajarê Ferîbûrg ê Elmanyayê çalakiya kon a ku roja Sêşemê destpêkirî îro Komîna Jinan a Nûda dewir girt. Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê û zêdebûna fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê çalakî pêş dikevin, li bajarê Freîbûrg ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokraîtk a Freîbûrg û Meclîsa Jinan a Nûda ve çalakiya kon hate destpêkirin.
Di çalakiya kon a li Kartoffelplatz hatevedan de, îro endamên Meclîsa Jinan a Nûda nobed dewirgirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê belavok belavkirin. Çalakiya kon her roj di saet 12:00 heta 19:00’an tê vedan wê heta roja Çarşemê xebatên agahdarkirinê dewam bikin.
DEN HANG
Li bajarê Den Hang ê Hollandayê, di pêşengtiya Jina Kurd de ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya ku li pêşiya Amnesty Internatîonal hate lidarxitin de, daxwazkirin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin were kirin.
Jinên Kurd, bi Berpirsê Maseya Amnesty Internatîonal Hollanda ê Tirkyeyê Loûretîn Vos re hevdîtinek pêk anîn û dosyayak pêşkêş kirin. Vos, dosya girt û diyar kir ku wê ji bo navenda xwe ya li Îngilîstanê re ragihîne. Her wiha jinan li Amnesty Internatîonalê daxwazkirin ku CPT bi Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.
MONCHENGLADBACH
Li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê çalakiya kon a di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome.
Di çalakiyê de li gel pêvajoya dawî ya li Tirkiyeyê, têkîldarî tecrîda heyî, rewşa tenduristiyê ya Ocalan gel hate agahdarkirin.
Di kon de ku saet 14.00’an li ber Monchengladbach HBF’ê hatibû danîn, posterên Ocalan hatin daliqandin û qetlîama ku çeteyên DAÎŞ’ê li Qamişlo pêk anîbûn jî hate protestokirin.
Girseya ku wêneyên ji qetlîamê rakirin, dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “DAÎŞ Ji Kurdistanê Biceheme”, “Duh Cizîr Îro Qamişlo” berz kirin.