Siyasetmedarê Kurd Yildirim li Êlihê hate definkirin

Siyasetmedarê Kurd Saît Yildirim ê ku li sirgunê li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da, li ware wî Êlihê ji aliyê bi sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Saît Yildirim ê ku ji sala 1990’an ve hem li Kurdistan û hem jî li Ewropayê di saziyên cudê yên siyaseta Kurd de bi awayekî aktîf rol list, pêr li bajarê Bern ê Swîsreyê ku 12 sal bû sirgun dijiya, jiyana xwe ji dest dabû. Piştî merasîma ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hate lidarxistin û şûn de cenazeyê Yildirim ji bo defin bikin bi balafirê destpêkê li Amedê û paşê jî bi rê şandin warî wî Êlihê.

Li Êlihê bi beşdariya bi sedan kesî bi merasîma ku li Mala Cemê ya Goristan Îkîztepeyê hate lidarxistin û şûn de cenezeyê Yildirim ber bi bêdawîtiyê ve oxirkirin.