ROJANE
Hemû Nûçe
-
Salvegera Şoreşa Rojava li Hambûrgê hat pîrozkirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, salvegear Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. -
Hevşaredara Pîranê û gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin ku Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr jî di nav de ye. -
'Leşkeriya ji neçarî gefê li jiyana mirovan dixwe'
Hevserokê Komeleya Dijberên Çûyîna Leşkeriyê Gokhan Soysal da xuyakirin, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê nîşan daye ku ti ewlehiya jiyana leşkeran nîne. -
Şehîdên Rojava li Berlînê hatin bîranîn
Kurdên li Berlînê, di kesayetiya Levî Jonathan Shirley (Agir Şervan), Feysel Ebû Leyla û Husên Çawîş (Herekol) de şehîdên şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn. -
Li Îtalyayê meşa ji bo Ocalan
Li bajarê Bolzano yê Îtalyayê, Îtalyanî û Kurdistanî meşiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan were rakirin. -
Şehîdên 14'ê Tîrmehê û Hisên Çawîş li Swêdê hatin bîranîn
Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG'ê Hisên Çawiş ê di dema merasîma salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, li bajarên Stockholm û Ûppsala yên Swêê hatin bîranîn. -
Li Elmanyayê êrîşa bi kêrê: 1 mirî, 2 birîndar
Li bajarokê Reûtlîngen ê başûrêrojavayê Elmanyayê welatiyekî Sûryeyî bi kêrê êrîşî welatiyên derdor kir. Di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. -
Şehîdên Pirsûsê li Gaziyê hatin bibîranîn
Şehidên Pirsûsê li Stenbolê, ji hêla endamên Komeleya Federasyona Ciwanên sosyalîst ( SDGF) ve, li Taxa Gaziyê bi meşekê hatin bibîranîn. -
MOP: Divê zû bi Ocalan re hevdîtin were kirin
MOP’ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln û darbeya sivîl ya 7’ê Hezîranê ya 15’ê Tîrmehê ya leşkerî daxuyanî da. MOP’ê got, ‘’Bi Rewşa Awarte diyar e, bê ka Erdoganê faşîst demokrasiyeke çawa difikire.’’ -
Li Stûttgart, Frankfûrt, Berlîn û Zurîhê tecrîd hate protestokirin
Li bajarên Frankfûrt, Stûttgart û Berlîn ên Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û bal kişan ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were. -
Ji TKP/ML TÎKKO’yê daxuyanî
TKP/ML TÎKKO, da xuyakirin ku kesekî li Geyîksûyû di 6’ê Gulanê de mîlîtanên wan Sînan û Riza qetil kiribû hatiye kuştin. -
FARC: Em dixwazin tevî YPG/YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer bikin
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin, ku ew dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û tevî YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer bikin. -
Kampa li Terolarê ji bo DAIŞ'ê tê çêkirin li Frîedrîchshafenê hat protestokirin
Wargeha li herêma Terolar a Mereşê, ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê lê werin bicihkirin, bi destê dewleta Tirk tê çêkirin, li Frîedrîchshafen a Elmanyayê hate protestokirin. -
Fermandarê HPG'ê Şervan Varto hat bîranîn
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şervan Varto (Onder Aslan), ku par di 24'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Normandiyayê hat bîranîn. -
Şoreşa Rojava li Den Haagê hat pîrozkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. -
Li Cannesê çalakiya ji bo Ocalan
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê çalakiyeke protestoyî lidar xistin. -
Şoreşa Rojava li Sydneyê hat pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) bi sedan kesî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. -
Demîrtaş: Divê beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin malpat û parêzer karibin pê re hevdîtinê bikin. -
Mîthat Sancar: Yê dikare derî veke Ocalan e
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diya rkir, konsepta şer a di 24'ê Tîrmeha 2015'an de hat destpêkirin, cesaret daye darbekaran û işaret bi muzakereyê kir. Sancar got, "Yê dikare derî veke Ocalan e. Divê ji nû ve bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin." -
Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan li kolanan bûn
Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê ji bo Ocalan çalakî lidar xistin. Kurdan û dostên wan xwestin, derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. -
'Bi zêdekirina dema binçavkirinê ve îşkence rewa kirin'
Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê parêzer Eren Keskîn bal kişand ser zêdekirina dema girtina li binê çavan, ku bû 30 roj û got, bi vê yekê ve îşkence hatiye rewakirin. -
Di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn
Perlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji aliyê dozgerê Cizîrê ve ji bo îfade bide hate xwestin. Ragihand ku di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn hatiye vekirin. -
Şervanên Minbicê pêgerek din a keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê balafirek din a keşfê ya çeteyên DAIŞ’ê xistin. -
Şandeya Îmraliyê : Rageşiya Civakî zêde dibe; zû divê bi Ocalan re were axaftin
Şandeya Îmraliyê ya HDP’ê got, ‘Em careke dî dubare dikin ku bi Rêzdar Ocalan re demildest hevdîtin pêk were.’’ -
Qetlîma li Elmanyayê gelek pirs li pey xwe hiştin
Nayê zelalkirin ku bê ka êrîşa çekdarî ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê li dijî navenda kirîn û firotinê pêk hat û 9 kes hatin qetilkirin û her wiha êrîşkar întîxar kir, ‘êrîşek terorî’ ye an ne.