ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava silav kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Dewleta Tirk ji hev dikeve û paranoya mezin dibe
Alîkarê hewayî yê Erdogan Kivrak hate binçavkirin û di nava Serokwezaretî û Diyanetê de gelek kes ji kar hatin derxistin. -
KCDK-E ji bo rakirina tecrîdê banga çalakiyan kir
KCDK-E bal kişand ser endîşeyên li ser rewşa Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê zêde bûne û xwest, tecrîd derhal bê rakirin û hevdîtina bi Ocalan re were kirin. KCDK-E bang li Kurdan û dostan kir, ku bênavber çalakiyan lidar bixin. -
MLKP: Hêvî û siberoja mirovahiyê li Rojava şîn dibe
MLKP'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Şoreşê nîşan daye ku li dijî kapîtalîzm, faşîzm û her şêwe paşverûtiyê, pêkane cîhaneke nû were avakirin." -
TAY-DER: Divê derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin, tirs û fikar bi Kurdan re peyda bûne û diyar kir, divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. -
Parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzer û malbata Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji ber tecrîda şidandî û hewldana dawiyê ya darbeyê di nava tirs û fikaran de ne, careke din serlêdana hevdîtinê kirin. -
TEV-ÇAND: Bavê Selah wê her tim di hest, dil, giyan û bîra me de be
'Hunermendê nemir Bavê Selah kaniyek bû ku di nav damarên mûzîka kurdî ya kevnar de, her diherikî; ji milê lêkolîn, lêhûrbûn, afirandin, parastina resentiya kelepûra kurd û pêşxistina wê di aliyê dengbêjî û sazjeniyê de..' -
Kurdistanî ji bo Ocalan daketin kolanên Brukselê
Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya stasyona trenê ya navendî çalakiyek lidar xist. -
HRW: Divê pêleke nû ya girtin û binçavkirinê neyê destpêkirin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), li ser bûyer û qewimînên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê daxuyaniyek da. -
KNK'ê sersaxî da malbata Koç
KNK'ê, ji ber wefata dayika Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, Nazlî Koç sersaxî da malbatê. -
Nota kredî ya Tirkiyeyê wê kêm bibe
Piştî hewldana darbeyê ya êvara 15'ê Tîrmehê, saziyên dereceyên krediyê destnîşan dikin ên navneteweyî, li dû hev daxuyaniyan didin. -
26 generalên ku di hewldana darbeyê de cih girtibûn, hatin girtin
25 generalên ku Orgeneral Akin Ozturk ê ku endamê Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) û Fermandarê Hêzên Berê ya Hewayî jî di nav de piştî hewldana darbeyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Pêşbirka Xelatan a Rojnamegeran a Mûsa Anter
24.Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Enter, ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve tê dayin. -
Li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin
Piştî hewldana darbeyê li ser banga Erdogan ku got, “dakevin kolanan”, ji hinek komên daketin kolanan li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin. Li bajar hewldanên provekirinê dewam dike. -
TŞYG: Ne darbe ne jî dîktatortiya Qesrê siberoja gelê me temsîl dike
Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) got, “Ne darbeya faşîst ne jî dîktatorên Qesrê ku her tim welatê me di kaosê de digirin siberoja gelê me temsîl dikin. Refên me refên azadî û wekheviyê ne.” -
Qaşo Qehremanê AKP’ê yê li Kurdistanê jî hate girtin
Orgeneral Adem Hûdûtî yê di çarçoveya darbeyê de hate binçavkirin hate girtin. -
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re nehate pejirandin
Bi hênceta ‘’keştî xerabe ye’’ serlêdana parêzeran a bi mebesta ku Ocalan bi malbata xwe re hev bibîne nehate qebûlkirin. Parêzer Gunay got, heta ku ew Ocalan rû bi rû nebînin metirsiyên wan ên der heqê Ocalan de wê bi dawî nebin. -
‘’Divê nîqaşkirina cizayê îdamê jî neyê kirin’
Têkildarî mijara îdamê ku Serokkomar Erdogan çav jê re şikand, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û wekîla HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş gotin, ‘’divê nîqaşkirina cizayê îdamê jî neyê kirin.’’ -
Gelek dadger û dozger hatin binçavkirin
Gelek dadger û dozger, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin binçavkirin. -
Faşîstan êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya li Bajarê Kocaeliyê kirin
Faşîstên ku piştî hewldana darbeyê daketin kolanan êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Kocaeliyê kirin. -
Kerry careke din dengê xwe li Tirkiyê kir
Wezerata Karê Derve yê DYA’yê der heqê rewşa lînckirinê ya li Tirkiyê ku piştî hewldana darbeyê pêk hat, got, divê prensîbên demokratîk û dewleta hiqûqê neyê binpêkirin. -
Îxbara ku wê êrîşî Meclîsê bikin
Piştî îxbara ku wê êrîşek li hember Meclîsê bê kirin û şûn de, avahiya ku piranî parlamenter tê de bûn hate valakirin. -
Elmanya û YE'yê bi zelalî gotin: Ku îdam were wê muzakere biqedin
Berdevkê Hikûmeta Federal a Elmanyayê Steffen Seîbert û Nûnera Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî hişyarî dan Tirkiyeyê û gotin, "Ku îdam were, wê muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re biqedin." -
Li gorî hikûmetê, bîlançoya hewldana darbeyê
Serokwezîrê Tirk Yildirim li ser bîlançoya hewldana darbeyê agahî da. Serokwezîrê Tirk diyar kir 232 kes mirin e, ku 24 ji van darbekar in. Her wiha got, 7 hezar kes hatine binçavkirin, zêdeyî 300 kes hatine girtin. -
Polîsan li Enqereyê êrîşî hêzên ked û demokrasiyê kirin
Hêzên ked û demokrasiyê yên xwestin êrîşa li hemberî bîrdariya qurbaniyên Komkujiya Enqereyê şermezar bikin, bûn hedefa êrîşa polîsan.