ROJANE
Hemû Nûçe
-
Faşîstan êrîşî avahiya HDP'ê ya Osmaniyeyê kirin
Komek faşîst a li ser banga AKP'ê daket kolanan, duh bi şev êrîşî avahiya HDP'ê ya Bajarê Osmaniyeyê kir. -
Hejmara miriyan zêde dibe: 194 kes mirin, 47 jê sivîl in
Li Tirkiyeyê, ji duh êvarê û vir ve bi giştî 194 kes mirin, 47 ji van sivîl in. -
Kurdên li Elmanyayê wê îro û sibe li kolanan bin
Bi wesîleya Şoreşa Rojava û Berxwedana 14'ê Tîrmehê, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, wê çalakî werin lidarxistin. -
Herî kêm 90 mirî, 1154 birîndar, 1563 binçavkirî
Hat ragihandin, di bûyerên li Tirkiyeyê de, ji duh bi şev û vir ve 90 kes mirin, 1154 kes birîndar bûn û 1563 leşker jî hatin binçavkirin. -
754 leşker hatin binçavkirin, gelek mirin
34 fermandarên artêşa Tirk, ku 5 jê general û 29 serheng in, bi hinceta ku tevlî hewldana darbeyê bûne ji wezîfeyê hatin girtin. 754 leşker jî hatin binçavkirin. -
HDP wê tevlî civîna awarte bibe
HDP'ê, ku li dijî hewldana darbeyê daxuyaniya "çareseriya yekan e, siyaseta demokratîk e" da, wê îro beşdarî civîna awarte ya li Meclîsê bibe. -
Derdora Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê hat bombekirin
Li Enqereyê, beriya niha bi demeke kurt, Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin. -
Şer dewam dike
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, di navbera yekîneyên hewl dan darbeyê bikin û leşker û polîsan de li Enqere û Stenbolê şer dewam dike. -
Li Enqereyê helîkopterekê êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir
Yekîneyên ku li Enqereyê hewl dan darbeyê bikin, bi helîkopterek Kobra ve êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir. -
Dozgeriya Golbaşiyê: Di bûyerên Enqereyê de 42 kes mirin
Dozgeriya Golbaşiyê da xuyakirin ku dema êrîşên hewldana darbeyê de 42 kes hatine kuştin. -
Televîzyona CNN Turk dîsa dest bi weşanê kir
CNN Turk a ku leşkerên darbeker weşana wê rawestandin, dîsa dest bi weşanê kir. -
Li Taksîmê nêzî 10 kes birîndar bûn
Ji ber gule li Taksîmê hate barandin, hate ragihandin ku nêzî 10 kes birîndar bûne. -
Li ser rêyên Enqereyê gelek cenaze hene
Hate ragihandin ku ji ber helîkopterê mabeyna Meclîs û Serfermandariyê gule reşandin, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
CNN Turkê weşana xwe rawestand
Piştî komek leşker ketin studyoyên CNN Turk ên li Bagcilar a Stenbolê, weşana xwe rawestand. -
Leşkerên danezan bi pêşkêşvana TRT’ê dan xwendin vekişiyan
Leşkerên ku danezana darbeyê bi pêşkêşvana TRT’ê dan xwendin ji studyoyên navendî yên TRT’ê xwe kişandin. -
Li nêzî Meclîsa Tirk teqîna dijwar
Hate ragihandin ku li nêzî Meclîsa Tirk teqînek dijwar rû da. -
Li derdora Serfermandariyê teqîn rû didin
Agahî tên ku li derdora Serfermandariya Tirk a li Enqereyê teqîn zêde bûne. -
Di encama bombekirinê de li Golbaşiyê 17 polîs mirin
Hate ragihandin di encama êrîşa hewayî de ku li dijî Bîryargeha Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê pêk hat, herî kêm 17 tîmên taybet mirine. -
HDP: Siyaseta demokratîk yekane rê ye
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dan xuyakirin ku di her şertî de û wek rêgezî li dijî her cure darbeyê ne. -
Li ber Serfermandariyê teqîna mezin
Hate ragihandin li ber Serfermandariya Giştî ya Tirk ku li Enqereyê ye, teqînek mezin rû da. Piştî teqînê, tevgera helîkopter û balafirên şer zêde bûn. -
Li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqreyê şer
Hate ragihandin ku piştî hewldana darbeyê, li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê şerên dijwar rû didin. -
Çapemeniya cîhanê rewşa derasayî ya li Tirkiyeyê wisa nirxand
Nûçeyên têkîldarî darbeya artêşê ya li Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt. Çapemeniya cîhanê, zêdetir detayên kurt ên têkîldarî bûyerê dan, daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim derket pêş. -
Artêşa Îranê li ser sînorê Tirkiyeyê ket nîzama awarte
Artêşa Îranê piştî agahiya darbeya li Tirkiyeyê, li ser sînor dest bi tevgerek awarte kir. -
Avahiya AKP'ê ya Stenbolê hate dorpêçkirin
Hat ragihandin ku avahiya navendî ya AKP’ê ya li Stenbolê ji hêla leşkeran hatiye dorpêçkirin. -
Serfermandarê Tirk û hin payebilindên girîng dîl hatin girtin
Serfermandarê Artêşa Tirk Hûlûsî Akar û hin generalên Tirk dîl hatin girtin.