Kurdên li Elmanyayê wê îro û sibe li kolanan bin
Bi wesîleya Şoreşa Rojava û Berxwedana 14'ê Tîrmehê, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, wê çalakî werin lidarxistin.
Bi wesîleya Şoreşa Rojava û Berxwedana 14'ê Tîrmehê, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, wê çalakî werin lidarxistin.
Navenda Civaka demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) wê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê gelek çalakî bên lidarxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat ragihandin, li Rojavayê Kurdistanê modele xweseriyê ya wekhev û azad ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Çerkes û bawermendên Elewî, Êzidî, Misilman û Xiristiyan tê avakirin û hat destnîşankirin, ku ev sîstem, li dijî pavşerûtiya Rojhilata Navîn û çeteyên barbar ên DAIŞ'ê, rûmeta gelan e.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa Rojava bi modela xwe ya neteweya demokratîk û têkoşîna demokrasiyê bûye hêvî ji mirovahiyê re. Ev şoreşa ku modela Birêz Ocalan e, ji niha ve li gelek cihên cîhanê tê lêkolînkirin, nîqaşkirin û pejirandin."
Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava hat kirin û ji bo şermerzarkirina tecrîda şidandî û komkujiyên li Kurdistanê, banga tevlîbûneke xurt li çalakiyan hat kirin.
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:
"Koln: Roja Şemiyê saet di 16:00 de wê li Bahnhofvorplatz'ê mîtîngek bê lidarxistin. (Ji navenda Kolnê, Leverkûsen, Bergîschgladbach û Bergheîmê wê tevlîbûn çêbibe)
Bonn: Roja Şemiyê saet di 16:00 de wê li Frankenbadê meş û mîtîngek pêk were. "(Ji Troîsdorf, Bonn, Meckenheîmê wê tevlîbûn hebe)
Freîbûrg: Roja Şemiyê piştî çalakiya kon, wê saet di 18:00 de li Augustinerplatz'ê mîtîngek were organîzekirin.
Stûttgart: Roja Şemiyê saet di 17:00 de li Laûtenschlager meş û mîtîngek pêk were.
Heîlbronn: Roja Şemiyê saet di 15:00 de wê li Klîanzplatzê mîtîngek bê lidarxistin.
Mannheîm: Roja Yekşemê saet di 13:00 de bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava wê pîknîkek bê organîzekirin. Roja Çarşemê saet di 17:00 de têkildarî Komkujiay Pirsûsê wê li ber HBF a Mannheîmê mîtîngek pêk were.
Ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê û komkujiyên li Pirsûs û gelemperiya Kurdistanê, wê roja Şemiyê saet di 14:00 de ji Wassertûrmê wê meşek were lidarxistin.
Nurnberg: Roja Şemiyê saet di 18:00 de li Baûerngasseyê meş û mîtîng
Munchen: Roja Şemiyê saet di navbera 16:00-19:00 de li Rîndermarkê mîtîng
Gîessen: Roja Yekşemê saet di 13:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bîarnîna şehîdên 14'ê Tîrmehê
Offenbach: Li dijî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê, wê stant bê vekirin. Çalakî wê saet di navbera 14:00-18:00 de li Aliceplatz û Markplatzê pêk were.
Sîegen: Roja Yekşemê wê li Navenda Civaka Demokratîk şehîdên 14'ê Tîrmehê bên bîranîn. Di 19'ê Tîrmehê de jî wê bi wesîleya salvegera 5. a Şoreşa Rojava pîrozbahî bê lidarxistin.
Hanaû: Roja Yekşemê wê ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li Navenda Civaka Demokratîk civînek bê lidarxistin.
Maînz: Roja Şemiyê saet di 14:00 de wê li pêşiya Meydana Stasyona Navendî ya Maînzê (Haûptbahnhof Maînz) meş û mîtîngek were lidarxistin.