Hejmara miriyan zêde dibe: 194 kes mirin, 47 jê sivîl in

Li Tirkiyeyê, ji duh êvarê û vir ve bi giştî 194 kes mirin, 47 ji van sivîl in.

Li Tirkiyeyê, ji duh êvarê û vir ve bi giştî 194 kes mirin, 47 ji van sivîl in.

Hezar 563 leşkerên tê gotin, hewl dane darbeyê bikin, hatin binçavkirin.

Çend ji leşkerên hatine binçavkirin ev in:

Serokê Serkana Tevgerê ya Artêşa 3. Tûggeneral Ekrem Çaglar, Fermandarê Garnîzona Mersînê û Fermandarê Herêma Derya Spî Tûgamîral Nejat Atîlla Demîrhan, Fermandarê Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya 39. Tûggeneral Hasan Polat, Serokê Serkana Fermandariya Artêşa Egeyê Tumgeneral Memdûh Hakbîlen, Fermandarê Dibistanên Jendermeyan Tûggeneral Sadik Koroglû, Fermandarê Tûgaya 49. a Komando ya Çewlikê Tûggeneral Yûnûs Kotaman, Fermandarê 2. Tûgay Komando ya Bolûyê Tûggeneral Îsmaîl Guneşer, Fermandarê 58. Tûgaya Topvanan Tûggeneral Mûrat Aygun, Cîgirê Fermandarê Tûgaya Piyade ya 4. a Motorî ya Trabzonê Serhengê Tankê Bahadir Dalgiç, Waliyê Trabzonê Yucel Yavûz û Midûrê Emniyetê ya Navçeya Kîlîmlî ya Zongûldakê Soner Dûrgûn.