FLAŞ

Li Enqereyê helîkopterekê êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir

Yekîneyên ku li Enqereyê hewl dan darbeyê bikin, bi helîkopterek Kobra ve êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir.

Li Enqereyê piştî şerên domahiya şevê, ber bi danê sibehê dîsa dengê çekan bilind bû. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, yekîneyên hewl dan darbeyê pêk bînin bi helîkopterekê ve derdora Serfermandariya Giştî ya Tirk bombe kir.

Hate ragihandin ku bombekirina helîkopterê ji bejahiyê hatiye bersivandin.