ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Dusseldorf, Essen û Bernê hatin bîranîn
Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarên Dusseldorf û Essen ên Elmanyayê û Bern ê Swîsreyê hatin bîranîn. -
Li Lîege û Hîldesheîmê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Lîege yê Belçîkayê û li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. -
Şoreşa Rojava li Stûttgartê hat pîrozkirin
Li Stûttgartê, roja 16'ê Tîrmehê bi meş û mîtîngekê, salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Di çalakiyê de her wiha şehîdên Pirsûsê jî hatin bîranîn. -
Generalê ku pesnê wî didan, bû darbekar
Generalê ku medya AKP'ê ji ber komkujiyên li Sûr û Cizîrê pesnê wî dida, bû darbekar. -
Bombe avêtin avahiya AKP’ê ya bajarê Amedê
Li Amedê bombe avtêtin avahiya AKP’ê ya bajêr. Di teqînê de alîgirên AKP’ê yên li ber avahiyê belav bûn. -
Der heqê 2 hezar û 745 dadger û dozgeran de biryara binçavkirinê
Di çarçoveya hewldana darbeyê de li Tirkiyeyê der heqê 2 hezar û 745 dadger û dozgerî biryara binçavkirinê hate dayîn. -
Baregeha Hewayî ya Încîrlikê hate girtin
Sefîrxanaye DYA'yê ya Edeneyê ragihand ku ji bo demekê Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê girtine. -
Orgeneral Galîp Mendî ji Baregeha Akinci a Jetê derxistin
Di dema hewldan darbeyê ya li Tirkiyeyê de, Orgeneral Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Galîp Mendî ku li 4. Baregeha Giştî a Jetan a Akinci bi operasyonekê hate derxistin. -
Bi dehan general hatin binçavkirin
Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyê nêzîkî 3 hezar leşker hatin binçavkirin. Di nav kesên binçavkirî de bi dehan general jî hene. -
Li Hambûrgê ciwanan qetlîama Nîce şermezar kirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di mîtînga ku ji aliyê Ciwanên Azad ve hate lidarxistin de, qetlîama Nîce hate şermezarkirin. Ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne peyamên pirştgiriyê hatin dayîn. -
Balûken: Çareseriya hemû pirsgirêkan di demokrasiyê de ye
Serekwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken di rûniştina derasayî ya li Meclîsê ku piştî hewldana darbeyê ya hduh pêk hatî,got, hemû pirsgirêk di nav demokrasiyê de dikarin werin çareserkirn. -
Endamê Distûra Bingihîn Alparslan Altan hate binçavkirin
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê di operasyonên ku hate lidarxistin de endamê Distûra Bingihîn Alparslan Altan hate binçavkirin. -
Li Kolnê çalakiyên 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava
Li Koln a Elmanyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û Şoreşa Rojava hate silavkirin. -
Li Rennes û Sydneyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Sydney ê Awûstralya û bajarê Rennes ê Fransayê pêşengên Tevgera Azadiyê yên ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. -
Komalên Ciwan ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyan kir
Komalên Ciwan: Wek Ciwanên Kurdistanê, fikara me ya bi kaos û krîza li Tirkiyeyê derketiye lûtkeyê. Em ji jiyana Rêber Apo ku Rêberê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye, bi fikar in. -
Steînbach: Ê ku şerê Kurdan dayî destpêkirin dikare darbeyê jî pêk bîne
Pisporê Rojhilata Navîn ê Alman Prof. Dr. Ûdo Steîncbach ku bi xebatên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê û Îslamê tê zanîn diyar kir wê di demeke nêzîk de eşkere bibe bê ka tiştên ku duh hatine jiyîn bi rastî jî darbe bû yan honaka Erdogan bû. -
‘Ji kesên ku di jêrzemînan de mirov şewitandin demokrasî nayê hêvî kirin’
Nivîskar Mûkades Erogdû Çelîk ku şahidî ji 3 darbeyan re kiriye got, dema ku li dijî darbeyê tê derketin divê pûte bi bangên ‘demokrasiyê’ ên AKP/Qesrê neyê dayin û wiha got: ‘’Ji kesên ku di jêrzemînan de miro şewitandin demokrastî nayê hêvîkirin.’’ -
Şandeya Îmraliyê: Ji me re hate ragihandin ku di şertên Ocalan de ti neyêniyeke nû pêk nehatine
Şandeya Îmraliyê: Di asta paye bilind de bi Musteşariya Ewlekarî ya Cameweriyê û Wezareta Adaletê re me hevdîtin kirin. Ji me re hate ragihandin ku têkildarî jiyana Ocalan, di şert û mercên têdeyî de ti neyêniyeke nû pêk nehatiye. -
Li Melbourne Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Di pîrozbahiya Şoreşa Rojava de wiha hate gotin, ‘’16’ê Tîmehê li dijî paşverûtiya hemû cvîhanê bûye tekane alternatîf.’’ -
Li Rotterdamê baga bi ruhê Têkoşîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê fînala çalakiyan a 15 rojan, îro destpê kir. -
Kartal: Çareserî rêya sêyemîn e
Hevserokê KONGRA GEl Remzî Kartal got, "Çareserî, ne darbeya sivîl a Erdogan e, ne jî hewldana darbeya leşkerî ye. Çareserî rêya sêyemîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, yanî têkoşîna demokrasiyê ye." -
Dayikên Şemiyê: Em azadiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya li dadmeniyê vê hefteyê jî diyar kirin. Di çalakiyê de hate gotin, ew ne darbeyan lê azadiyê dixwazin û li aqûbeta Hûrşît Kultur û Roma Tuguç pirsîn. -
Li Dersîm û Hatayê çalakiyên TŞYG'ê
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, milîtanên wan li Dersîm û Hatayê çalakî lidarxistine. -
Heyeta Şengalê bi Êzidiyên li Ekaterînbûrgê re rûnişt
Heyetek ji Şengalê, ku ji bo hin danûstandinan li Rûsyayê ye, beşdarî civîneke gel a ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên Ekaterînbûrgê ve hat organîzekirin bû. -
Di çalakiya li Amsterdamê de bang li YE'yê hate kirin
Li paytext Hollanda Amserdamê, çalakiya ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, di roja 3. de ye. Di çalakiyê de bang li Yekîkitiya Ewropa hate kirin.