ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi nameyek bê îmze gef li Ocalan hat xwarin
Çetîn Arkaş ê demekê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma û piştre sirgûnî Sîlîvrî hat kirin, nivîsek ji rojnameya Ozgur Gundemê re şand û qala nameyeke bê îmze ya gef li Ocalan dixwar kir. -
Ji bo Ocalan wê ji CPT û Rêxistina Efûyê re name bên şandin
Kurdên li Ewropayê dijîn, der barê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de seferberî dan destpêkirin û wê di vê çarçoveyê de ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re nameyan bişînin. -
Li Cenevreyê standa ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyan, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û daxwaza azadiya Ocalan bilêv bikin, li Cenevreyê dest bi çalakiya standê ya 3 rojan kirin. -
Şehîdên Pirsûsê li bajarê Bremenê hatin bîranîn
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremen ê Elmanyayê li hev civiyan û şehîdên Pirsûsê bibîr anîn. Di çalakiyê de hêzên qetlîamker jî hatin şermezarkirin. -
Sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re di rojeva Elmanya de ye
Piştî ku li Tirkiyeyê rewşa awarte hat ragihandin û li ser anîna cezayê îdamê nîqaşan ji nû ve destpê kirin, sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê, ket rojeva Elmanyayê. -
KCDK-E bang li Kurdan kir ku bibin endamên komeleyan
KCDK-E bang li Kurdan û dostên xwe kir, ku li herêmên lê ne bibin endamên Navendên Civaka Demokratîk. -
Polîsên Tirk li Leşkergeha Selimiyê digerin
Li Leşkergeha Selimiyeyê ku li navçeya Uskudar a Stenbolê ye, polîsên Tirk lêgerînê dikin. -
Cenazeyê Karasû ber bi warê wî ve hate verêkirin
Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû Hidir Karasû, piştî merasîma ku li Stenbolê hate lidarxisin û şûn de ber bi warê wî Sêwasê ve hate birêkirin. -
TŞYG komîteya Amedê ava kir
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) avakirina komîteyê li Amedê ragihand. -
Di çapemeniya cîhanê de OHAL
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê îlankirina OHAL’ê di cîhanê de zêde baldar nebû, bi taybet hişyariyên “Zeîfbûna” Elmanya û IMF’ê bal kişand. -
Meclîsê OHAL pejirand
Birnameya ku biryara OHAL’ê tê de bû li Meclîsê hate qebûlkirin -
‘Peyman nayê ragirtin, niyeta xwe ya xirap derxistin’
Nûnerê TIHV ê Îzmîrê Coşkûn Ustercî ê ku piştî daxuyaniya Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş a “Di pêvajoya OHAL’ê de em PMME’yê li ber çavan nagirin” nirxand û wiha got: “Niyeta wan a xirap derket holê.” -
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana malbat û parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi gotinên; “Di mercan de tiştekî ku gûheriye nîne” hate redkirin. -
‘Îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike’
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ê Omer Guneş diyar kir, di demeke ku dijberên AKP’ê li dijî darbeyê ne, îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike. -
Nûçegîhanê DÎHA’yê Gunduz hate binçavkirin
Nûçegînê DÎHA'yê yê Colemêrgê Hamza Gunduz, ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin. -
Parêzerê Mandela Moosa: Ocalan dikare tevkariyê bi aştiya Rojhilata Navîn bike
Parêzerê Lîderê Efsûnewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ku ji bo Konferansa têkîldarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Silêmaniyê ye, pirsên ANF’ê bersivandin. -
Li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatin kustin
TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatine kuştin. -
Parêzerên Ocalan bi daxwaza "tevdîrê" serlêdan kirin
Piştî hewldana darbeyê, der barê ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî şik û gumanan xwe dane der. Li ser vê parêzerên Ocalan bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Bingehîn dan. -
'Heta agahî ji Ocalan bê, em ê li qadan bin'
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Kurdistaniyan gotin, heta agahî ji Ocalan bê, ew ê çalakiyên xwe gav bi gav zêde bikin. -
Faşîzm gur dibe: Li Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan hate taloqkirin
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Kûrtûlmûş got, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate sekinandin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Rennesê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Şehîdên Pirsûsê li Viyanayê hatin bîranîn
Çalakiya li paytext Viyanayê ya li dijî Komkujiya Pirsûsê, piştî du rojan qediya. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin. -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin
Parêzeran û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çûyîna Îmraliyê îro jî serî li rayedaran dan. -
HDP: Biryara Rewşa Awarte, bicihanîna armanca darbeyê ye
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte ya ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve hat ragihandin da û got, armanca darbeyê bi cih hatiye anîn. -
Li Tirkiyeyê ‘OHAL’ hate ragihandin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hewldana darbeyê da xuyakirin ku domahiya 3 mehan li Tirkiyeyê rewşa awarte (OHAL) hatiye îlankirin.