Şehîdên Pirsûsê li bajarê Bremenê hatin bîranîn

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremen ê Elmanyayê li hev civiyan û şehîdên Pirsûsê bibîr anîn. Di çalakiyê de hêzên qetlîamker jî hatin şermezarkirin.

Li ber avahiya Parlamenta Eyaleta Bremenê, çalakiya standa agahdarkirinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di beşa duh a çalakiyê de şehîdên Komkujiya Pirsûsê hatin bîranîn. Di çalakiyê de hêzên qetlîamker hatin şermezarkirin. Her wiha hat ragihandin, Şoreşa Roajva şoreşa gelan e.

Çalakgeran wekî din bibîr xistin, ku ji pêkhatina hewldana darbeyê û vir ve hê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û ji bo Ocalan îmze hatin hevdan.