Polîsên Tirk li Leşkergeha Selimiyê digerin

Li Leşkergeha Selimiyeyê ku li navçeya Uskudar a Stenbolê ye, polîsên Tirk lêgerînê dikin.

Li gelek nuqteyên Stenbolê pêkanînên rêveberiya awarte didomin, hate ragihandin ku li Leşkergeha Selîmiyê ya li Uskudarê jî lêgerîn heye. Dozger û polîs lêgerînê didomînin, emniyet û avahiyên gelemperî jî hatin dorpêçkirin.

Her wiha, li ser Cadeya Vatanê ya ku Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê jî li ser e, polîs bi çekên lûledirêj nobetê digirin.