‘Îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike’

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ê Omer Guneş diyar kir, di demeke ku dijberên AKP’ê li dijî darbeyê ne, îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike.

Guneş ragihand ku rewşeke wisa nîne ku rewşa OHAL’ê bê îlankirin û wiha got: “Di nava leşkeriyê de hewldana xistina hikûmeta siyasî contayek li holê ye. Lê, her kesî li hember vê hewldana darbeyê bi zelalî tewrê xwe diyar kir. Ji ber vê jî ew rewş nîne ku OHAL bê îlankirin. Îlankirina OHAL’ê tê wateya xizmetkirina armanca hewldana darbeya ku xwestin li dar bixin.”

Guneş, nerazîbûnên xwe yên li hember darbeyê jî nîşan da û rexne û daxwazên xwe yên li hember AKP’ê jî diyar kir ku taloq nakin. Gûneş ev bi lêv kirin: “Piştî îlankirina lihevkirina berfireh a li dijî hewldan darbeyê û şûn de îlankirina OHAL’ê kêfî ye û gelek sepanînên hikûmetê yên ku dixwazin pêk bînin wê ji bo xizmeta xwe bi kar bînin.”

Guneş bi bîr xist ku li gel rewşa OHAL’ê rêveberiya biryarnameya qanûnî dide hikûmetê, bal kişand di gava yekem de biryardariya rewşa asayî ya walîtiyan tê naskirin.

Hevserokê OHD’ê Gûneş wiha pê de çû: “Bi taybet bi desthiladariya didin walîtiyan, li dijî kiryarên tên kirin eger dozê vekî jî tu nikarî biryara rawestandina rêvebirinê bidî. Ew kar, bi awayekî pir zelal li dijî hiqûqê jî be, li dijî mafê taybet jî be, azadiyê dersînor jî neke, nikarî daxwaza rawestandina vî karî bikî. Wê ew karê antî demokratîk dewam bike. Ketin û derketina herêmekê kontrol dike, ev herêm ji gelek aliyên mîna ekonomî, sosyal û civakî ve mexdûr dibe. Ji bo vê biryara rawestandina rêvebirinê nayê dayîn.”

Guneş diyar kir ku bi îlankirina OHAL’ê re pêkanîna yasaya derketina kolanan jî radestî amîriya mulkî kiriye. Guneş got ku desthilatdariyê polîs bêsînor kirine. Guneş destnîşan kir ku li ser çapemeniyê jî pêkanînên sansurê yên berfireh di rojevê de ne, her wiha girtina komeleyan û rawestandina xebatan jî di rojevê de heye.

Gûneş hişyarî kir ku li bajarên Kurdan qedexeya kolanan a ku di nîva sala 2015’an de li Kurdistanê hate îlankirin her ku diçe wê li bajarên Tirkiyeyê jî berbelav bibin û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê îlankirina OHAL’ê wê ne demkî be. Her çendî demkî jî be, ev nayê wê wateyê wê sînorê xwe hebe, weke çand cihê xwe dike.”

Gûneş herî dawî ev gotin: “Tirkiye jixwe ne welatekî demokratîk e. Ji şekil zêdetir demokraîtkbûna kêm jî ji holê tê rakirin. Têgehên ku em mîna hiqûq pênase dikin û hemû aliyên jiyanê, karûbarê rêvebirinê, mîna mejiyê tesarûfan lê hatiye. Her tiştê ku desthilat dike weke ku qanûnê dikeve nava jiyana me.”