ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Mirov bi qanûnên darbeyê nikare li dijî darbeyê raweste
Demîrtaş ku di mîtînga ‘Em darbeyan naxwazin, aştî aniha!’ axivî. Demîrtaş bertek nîşanî ragihandina Rewşa Awarte da û got, ‘’Bi qanûnên Kenan Evren mirov nikare li djî darbeyê têbikoşe’’ -
Edîtora JINHA'yê Dogan hat girtin
Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin. -
Li Îtalyayê di mîhrîcanê de azadiya Ocalan hate xwestin
Li Îtalyayê di mîhrîcana Alta Felîcîta de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin. -
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte dan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiya hefteya 591. de dayikan biryara Rewşa Awarte şermezar kirin. -
Bi pêşengiya HDP'ê bi hezaran kes li Stenbolê li hev civiyan
Mîtînga HDP'ê ya li dijî hewldana darbeyê û biryara Rewşa Awarte, destpê kir. Bi hezaran kes bi dirûşma "Ji darbeyan re na, demokrasî aniha" li hev civiyan. -
NAV-DEM'ê ji gelê Elman re sersaxî xwest
NAV-DEM'ê, ji ber êrîşa çekdarî ya li Munchenê sersaxî ji gelê Elman re xwest. -
Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo Ocalan li kolanan e
Kurdên li Ewropayê û dostên wan, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan. -
Darbekar û AKP/Qesr li Berlînê hatin şermezarkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê bi dirûşma "Ne darbeya leşkerî, ne dîktatoriya AKP'ê" meşek hat lidarxistin. -
Hunermendên Kurdên Êzidî tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Endamê Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), li bajarê Elmanya Hannoverê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dema ragirtina li binê çavan, di dema Rewşa Awarte de bû 30 roj
Biryarnameya destpêkê ya Rewşa Awarte li Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê. Li gorî vê yekê, dema ragirtina li binê çavan wê 30 roj in. Sînor li ber hevdîtina malbatan a bi girtî û hikumxwaran re danîn. -
'Berpirsyarê rewşa heyî, konsepta şer a 24'ê Tîrmehê ye'
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku konsepta şer a 24'ê Tîrmeha 2015'an nekariye gelê Kurd tesfiye bike, lê belê hewldana darbeyê jî di nav de rê li ber gelek bûyerên nû vekiriye. -
Koçyîgît: Divê raya giştî ya demokratîk derhal bi însiyatîf tevbigere
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê raya giştî ya demokratîk a sivîl bi însiyatîf tevbigere û destnîşan kir, berxwedana qels ne ya qebûlkirinê ye. -
AKP hewl dide tûrîzma têk çûye bi NY zindî bike
Êrîşên di nava salekê de li Tirkiyeyê hatin kirin, krîza bi Rûsyayê re rû da û hewldana dawî ya darbeyê sektora tûrîzmê xist nava krîzeke mezin. -
Li sûkek Munchenê dengê çekan bilind dibe
Li sûka Olympîa ya li bajarê Munih a Elmanyayê, dengê çekan tê û operasyonek mezin a polîsan li herêmê destpê kiriye. -
‘Li dijî tecrîdê bi ruhê fedaî em seferber bibin’
Koordînasyona Komalên Ciwan a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ciwan bikevin nav çalakiyan. -
KCDK-E ji bo Ocalan banga çalakiyên lezgîn kir
KCDK-E ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakiyên lezgîn li tevahî Kurdên li Ewropayê dimînin kir. -
Trûmp dixwaze ciyawaziyên mebayna Tirkiye û Kurdan bi dawî bike!
Donal Trûmp ku ji Komarparêzan namezetê serokwezîrtiyê ye, bal kişand ser rola Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê, got wê ji bo ciyawaziyên mabeyna Tirkiye û Kurdan bi dawî bike bixebite. -
Buroya Hiqûqê ya Asrin li beramberî qedexeya Îmraliyê bertek nîşan da
Buroya Hiqûqê ya Asrin: Di biryarê de tevî biryarek nîne ku hevdîtina bi parêzer re sînordar bike, halêhazir, li gor yasayan jî sînordarkirina hevdîtina wekîl-muwekîl nabe mijara gotinê. -
Tevahî danûstanên bi Îmraliyê re domahiya OHAL’ê hatin qedexekirin
1’emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê domahiya OHAL’ê tevahî ziyaret, ragihandinên nivîsî û têkîliyên telefonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê qedexe kir. -
Yekemîn rûniştina doza Qetlîama Enqereyê di 7’ê Mijdarê de ye
Rûniştina yekemîn a qetlîama Enqereyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Enqereyê pêk hatibû, di 7’ê Mijdara 2016’an de wê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a li Enqereyê bê dîtin. -
TŞYG: Rêya Dersîm-Pilûrê di kontrola me de ye
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî da xuyakirin ku di çalakiya sûîqestê de ku li dijî qereqola Cevîzlîdere ya li Pilûrê li dar xistin, leşkerek kuştine. Her wiha ragihand ku rêya Dersîm-Pilûrê di bin kontrola mîlîtanên wan de ye. -
Kurdên li Ewropayê li kolanan e: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Kurdên li Elmanya û Fransayê daketin kolanan û xwestin derhal destûr bê dayîn ji bo parêzer an jî malbata Ocalan biçin Girava Îmraliyê. Kurdên li Swîsre û Hollandayê jî bi heman daxwazê xwe ji bo kolanan amade dikin. -
Ji bo çalakiya li Parîsê ya ji bo Ocalan banga tevlîbûnê hat kirin
Ji bo derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, li Parîsê çalakiyek tê lidarxistin. CDK-F'ê ji bo vê çalakiyê banga tevlîbûnê kir. -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin
Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan îro careke din jî bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo Ocalan diherikin kolanan
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, ji sibe û pê ve wê bi daxwaza pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re, dakevin kolanan.