ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Yewnanîstanê seferberiya ji bo Ocalan dewam dike
Seferberiya ku li Yewnanîstanê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Kurdistaniyan, îro Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ziyaret kirin. -
KNK'ê komkujiya li Qamişloyê bi tundî şermezar kir
KNK'ê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostan kir, ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin. -
KCDK-E ji bo Qamişloyê banga çalakiyan kir
KCDK-E, li ser êrîşa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistin çalakiyan kir. -
Malperên DÎHA û Ozgur Gundemê dîsa hatin astengkirin
Ev bû cara 43’yan ku malpera înternetê ya DÎHA’yê tê astengkirin. Adresa dawî ya Ozgur Gundemê jî dîsa hate girtin. -
HDP'ê ji bo naskirina Qirkirina Êzidiyan, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir
HDP'ê, ji bo Qirkirina Êzidiyan a di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Şengalê hat kirin li Tirkiyeyê were naskirin, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir. -
Nerazîbûnên li hemberî mîtînga UETD a li Kolnê zêde dibin
Erdogan û dûvikên AKP'ê yên li Ewropayê dixwazin roja Yekşemê li Kolnê mîtîngê lidar bixin. Hêzên çep û sosyalîst li dijî vê mîtîngê banga çalakiyan kirin. Siyasetmedarên ji partiya desthilatdar jî dixwazin çalakiya AKP'ê bê qedexekirin. -
Kalkan: Li cihê demokratîkbûn lê nebe, darbe lê rû dide
Kalkan diyar kir, şerê AKP ev saleke li Kurdistanê dimeşîne û lêgerînên Erdogan ên ji bo dîktatoriyê, bingeh ji darbeyan re amade kiriye û destnîşan kir, ku li cihê demokratîkbûn lê nebe, hewldanên darbe-dij darbeyê wê dewam bikin. -
Li Dortmûnd, Roma, Bukreş û Stockholmê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dortmûnd, Stockholm, Bukreş û Romayê çalakî hatin lidarxistin. -
Bîlmez: Bêhiqûqiya li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez da xuyakirin, ku di dema 12'ê Îlonê de jî mafê ragihandin û hevdîtinê mîna îro nehatibû qedexekirin û destnîşan kir, ku bi pêkanîna Rewşa Awarte ve Tirkiye bi temamî veguheriye Îmraliyê. -
'Eger hûn naxwazin weke darbekar bên dîtin, neçin leşkeriyê'
Halîl Savda yê li dijî çûyîna leşkeriyê derket, bal kişand ser daxuyaniyên "xeteriya darbeyê dewam dike" yên rayedarên hikûmetê û ev bang li ciwanan kir: "Eger hûn naxwazin weke darbekar bên dîtin û bi vî rengî bên lînckirin, hingî neçin leşkeriyê." -
Polîsan li Amedê êrîş bire ser kesên ku ji bo Ocalan di nobedê de bûn
Li Amedê polîsan êrîş bire ser kesên ku bi daxwaza tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di ‘Çalakiya Nobedê’ de bûn. -
Li Meclîsê komîsyona lêkolînkirina hewldan darbeyê hate avakirin
Têkildarî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di bin sêwana Meclîsê de ji bo lêkolînkirina darbeyê pêşniyara her çar partiyan a ku Komîsyonek bê avakirin, bi piraniya dengan hate erêkirin. -
Li Aûrîch ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan
Li Marktplatz a bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan. -
Hevserokên HDP’ê name ji CPT’yê re şandin
Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku CPT têkeve nav liv û tevgerê nameyek ji Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê, Mykola Gnatovsky re şandin. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatê ya saetên vê sibehê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin hate redkirin. -
Artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakur Sûriyeye didomîne
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku artêşa Tirk şevê din bi çekên giran êrîşî çeperên li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê kiriye. -
Ti nemaye ku Rejîm, Helebê dorpêç bike
Bi êrîşa ku şevê dî artêşa Ereb a SûriyEYê ya Rejîmê û hevkarên wê li başûrê Malahê û ya Tugaya 4’an a girêdayî artêşê li herêma Leyramê dane destpêkirin, herêmên girîng bi dest xistin. Rejîm ti nemaye ku Helebê dorpêç bike. -
Kurdistaniyên Ewrûpayê li Kolanan e: Ocalan ji bo me sedema şer û aşitiyê ye
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherikin kolanan. Di çalakiya de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. -
Demîrtaş: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, pêvajo ji nû ve bê nirxandin
Demîrtaş li civîna koma partiya xwe ya li parlamentê axivî û got, darbeyên gengaz bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a di nava demokrasiyê de dikarin werin astengkirin. -
Welatparêzê Kurd Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Saît Yilmaz (Koçer) li sirgûnê li bajarê Bern ê Swîsreyê jiyana xwe ji dest da. -
Îmak: Divê bi her şert û mercî em li Ozgur Gundemê xwedî derbikevin
Hulya Îmak tevlî kampanyaya piştevaniyê ya ji bo Ozgur Gundemê bû û got, "Di her şert û mercî de, di her rewşê de em ê xwedîderketina xwe bidomînin.’ -
Yildirim ê HDP'yî: Di bin navê 'protestoya darbeyê' de êrîşê dibin ser Elewiyan
Hin komên ku bi banga Erdogan derketine derve êrîşê dibin ser Elewiyan. Li ser vê Wekîlê HDP’ê Behçey Yildirim ev mijar bir Meclîsê. -
'Em jî sond dixwin, ku em ê Eylem Ataşê bînin xaka wê'
Şervana Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ev 29 roj in malbata wê nikare cenazeyê xwe werbigire. -
Êrîşên 24'ê Tîrmehê û bersiva gerîla
Gabar konsepta şer a bi 24'ê Tîrmehê re destpê kir ji ANF'ê re nirxand û got, "Li hemberî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, berxwedana gel a li qadên xwerêveberiyê û çalakiyên gerîla bi ser ketin." -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.