ROJANE
Hemû Nûçe
-
Saziyên Kurd ên li Îzmîrê: Bila derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, NÇM, YAK-DER û ÎDAY-DER, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bilêv kirin û xwestin, derhal hevdîtin li Girava Îmraliyê bi Ocalan re bê kirin. -
1,6 mîlyon jinên ducanî dikarin bi vîrûsa Zîka bikevin
Vîrûsa Zîka ku ji par û vir ve bi taybetî li Latîn Amerîka û Karabîkê belav bû, rîsk heye li nava 1,6 mîlyon jinên ducanî belav bibe. Tê texmînkirin ku di nava bi deh hezaran zarokên nû ji dayik bibin de rewşa ne normal hebe. -
Ilicak hat binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewldana darbeyê de rojnamevan Nazli Ilicak hat binçavkirin. -
Li Gare du Mîdî ya Brukselê çalakiya ji bo Ocalan
Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran li Gare du Mîdî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. -
Tecrîd li Frankfûrtê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Frankfûrtê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li Balafirgeha Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
HDP heyetekê dişîne Nisêbînê
HDP heyetekê dişîne Nisêbînê, ku duh li hin taxên wê "qedexeya derketina derve" hat rakirin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Peîne kon hat vedan
Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Çalakî wê du rojan dewam bike. -
Gerîla şopdarên Fermandar Rêber in
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo yên HPG'ê Rêber Amed ê di 25'ê Tîrmeha 2015'an de ji ber êrîşa artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da, li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. -
Li Japonyayê êrîşa bi kêrê: 15 mirî
Li paytexta Japonya Tokyoyê, kesekî li navendenek tayebt a ji bo astengdaran dixebitî bi kêrê êrîşî derdorê kir. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kopê polîsan gule li wesayîta ku sivîl li nav bû reşand: 10 kes birîndar
Li ketinan navçeya Kop a Mûşê li nuqteya polîsan, tîmên taybet gule li wesayîta ku sivîl li nav bû reşand. Di bûyerê de 10 kes, 5 jê giran birîndar bûn. -
Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji aliyê Serdozgerê Komara Bûrsayê bi spartina biyara 1. Danderiya Înfazê ya Bûrsayê ve, carekî din red kir. -
Ji PM û HDP’ê banga ‘Ocalan’ û ‘Muzakereyê’
PM û HDP’ê, encamanameya civîna xwe ya duh eşkere kir. Di encamnameyê de daxwaz hate kirin ji bo ku hevdîtinê bi Ocalan re bê kirin divê bi lezgîn heyet biçe Îmarliyê. -
Balûken: Desthilatdariya siyasî çar rêgez rakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, wiha got: ‘’ Me pênase kir ku bi demokrasî, mafên mirovan, dewleta hiqûqê û aştiya civakî, dikarin ji zemîna vê darbeyê xilas bibin.’’ -
Zextê sirgunê li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Sîncarê dikin
Hikûmeta AKP’ê, ji bo girtiyên ku di hewldana darbeyê de hatin bi girtin bi cih bikin, girtiyên siyasî yên ku di Girtîgeha Tîpa T a Sîncarê de ne sirgun kirin. -
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê li nav bûn, qeza kir
Li Mêrsînê di encama qelibîna mînîbusa karkerên çandiniyê li nav bû,17 kes 1 jê zarok birîndar bûn. -
Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan seferbertî
Kurdên li Yewnanîstanê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protesto kirin, xwestin derhal li Îmraliyê hevdîtin pêk were. -
Huseyîn Koç ê Kurdistanî li Vennesê jiyana xwe ji dest da
Huseyîn Koç ê Kurdistanî, duh şev li bajarê Vennes ê Fransayê jiyana xwe ji dest da. -
'Rabûna li ber darbeyê nayê wateya xwegirtina li AKP'ê'
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ji bo civîna lîderan a îro li Qesrê bê lidarxistin got, "Helwesta hevpar a her sê partiyan di amadekirin û erêkirina qanûna statuya taybet a leşkeran de nîşan dan, xuya ye wê di dema pêş de jî bidome." -
'Heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, em ê li qadan bin'
Kurdistaniyên li Elmenya dijîn, ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî nayê standin nerazîbûneke tund nîşan dan û xwestin, zûka li Imraliyê hevdîtin pêk were. Kurdistaniyan gotin, heya bi Ocalan re hevdîtin pêk were, wê çalakiyên xwe zêde bikin. -
Kurdên li Rûsyayê ji bo Ocalan bang kirin
Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê û Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, bang li Yekîtiya Ewropa û hêzên navneteweyî kirin, ku bikevin nava tevgerê. -
Li Bonnê banga bilindkirina çalakiyên ji bo Ocalan
Pîrozbahiyên ji bo salvegera Şoreşa Rojava didomin. Li bajarê Bonn ê Elmanyayê banga mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan hat kirin. -
Yan demokrasiyeke rasteqîn, yan jî cûnta û dîktatorî! -Selahattîn Erdem
"Ji bilî demokrasiya rastîn civaka Tirkiyeyê wê di navbera cûntayên leşkerî û yên sivîl de bimîne. Tekane rêya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ji dîktatoriya faşîst rizgar bike, demokrasiya rastîn ya pirsgirêka kurd çareser bike ye." -
Bersiva YE zelal e: Eger darvekirin bê, pêvajoya endametiyê wê di cih de bisekine
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claûde Jûncker diyar kir, eger cezayê darvekirinê careke din li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, ew ê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê derhal bisekinînin. -
Demîrtaş: Bi feraseta 'eniya milî ya Tirk' ve pirsgirêk çareser nabe
Demîrtaş têkildarî nêzîkatiya Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê vexwend, lê ew venexwend, axivî. -
Cebraîl Gunebakan û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Di çalakiyek li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê de, di şexsê Cebraîl Gunebakan de hemû şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.