Bersiva YE zelal e: Eger darvekirin bê, pêvajoya endametiyê wê di cih de bisekine

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claûde Jûncker diyar kir, eger cezayê darvekirinê careke din li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, ew ê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê derhal bisekinînin.

Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser nîqaşên 'cezayê darvekirinê' yê Erdogan xist rojava Tirkiyeyê, nêrînên xwe bi zelalî eşkere kir.

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claûde Jûncker diyar kir, eger cezayê darvekirinê careke din li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, ew ê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê derhal bisekinînin.

Hêjayî gotinê ye, Komîsyona Ewropayê saziya rêveberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.