Heyeta Şengalê bi Êzidiyên li Ekaterînbûrgê re rûnişt

Heyetek ji Şengalê, ku ji bo hin danûstandinan li Rûsyayê ye, beşdarî civîneke gel a ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên Ekaterînbûrgê ve hat organîzekirin bû.

Heyeta Şengalê ya ji Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Şengalê Halef Elî û Fermandarê YBŞ'ê Saît Omer, tevî Berdevkê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Araf Azmanî, piştî hevdîtinên li Moskowa û bajarên din ên Rûsyayê, li Ekaterînbûrgê tevlî civîna gel bû.

Civîn ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên li Ekaterînbûrgê ve hat organîzekirin, ku gelek rûspiyên civaka Êzidî jî lê amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di civîna li Amazonka Restoranê de, ewilî Serokê Yekîtiya Êzidiyên Ekaterînbûrgê Xidirê Rizo axivî.

Rizo bal kişand ser yekîtiya Êzidiyan û destnîşan kir, pêkanîna yekîtiya Êzidiyên li hemû aliyên cîhanê belav bûne, êdî ferz e. Rizo got, "Eger me di wexta xwe de xwe bi rêxistin kiribûna û yekîtiya xwe xurt kiribûna, ev ewrên tarî yên îro li ser Şengalê digerin, wê nebûna û gelê me ewqasî êş nekişandibûya. Li Rûsyayê yekîtiya Êzidiyan hat avakirin, kongre hat lidarxistin. Ev yek ji bo me gaveke gelekî girîng e, lê ya girîng ew e ku jin iha û pê ve em vê yekê karibin bidomînin. Ne tenê li Rûsyayê, girîng e yekîtiyek ji bo hemû Êzidiyan were avakirin. Fermana 73'an a li Şengalê bi tenê yek ji êşên civaka Êzidî ye. Li hemberî êrîşên bi vî rengî, divê em nîşanî cîhanê bidin ku Şêngal êdî bêxwedî, bêhêz nîne. Îro di nava me de gelek birayên me yên hêja hene. Ew ji cih û warê me ji Şengalê hatin. Girîng e em guh bidin van hevalên xwe û alîkariyê bidin."

Saît Omer piştre axivî û got, "Pêwîstiya Şengalê bi her yekî ji we heye. Ya girîng ne alîkariya madî ye. Ya girîng manewiyat û hesta xwemalî ye. Du salên dawî li me gelekî giran bûn. Birînên me hê nehatine pêçandin. Eger gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku di dema herî zehmet de li cem me bû nebûna, dibe ku em îro li vir bûna û nekarîbûna vê axaftinê bikin. Ji bo bûyera qewimiye dubare nebe, divê em bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Pêwîste em nîşanî her kesî bidin ku êdî Êzidî bêxwedî û bêhêz nîne."

Civînê bi pirs û bersivên ji bo van pirsan qediya.