‘’Divê nîqaşkirina cizayê îdamê jî neyê kirin’
Têkildarî mijara îdamê ku Serokkomar Erdogan çav jê re şikand, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û wekîla HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş gotin, ‘’divê nîqaşkirina cizayê îdamê jî neyê kirin.’’
Têkildarî mijara îdamê ku Serokkomar Erdogan çav jê re şikand, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û wekîla HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş gotin, ‘’divê nîqaşkirina cizayê îdamê jî neyê kirin.’’
Dirûşma herî zêde yên komên ku bi banga Erdogan derketin derve, bû ‘’Em îdamê dixwazin.’’ Erdogan çavek da vê dirûşmê. Erdogan hem duh li merasîma cinazê ya li Mizgefta Fatîhê û hem jî li ber mala xwe ya li Kisikliyê got, ‘’Di demokrasiyan de gel çi bixwaze ew e. Ez bawer dikim ku hikûmeta me vê mijarê wê bi muxalefeta giştî û muxalefete re nîqaş bike û teqez biçe biryarekê.’’
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî di dema civîna Lijneya Wezîran de got, ‘’Em ji bo hemwelatiyên xwe siyasetê dikin. Daxwaza welatiyên me ji bo me ferman e. Lê ne rast e ku em di nav vê kelecaniyê û germe germe de biryarê bidin. Em nikarin vê daxwaza gelê xwe ji nebihistî werin. Ji vê re guherîna destûrê dive. Li vir em ê li gorî fikra gel biçin. Em ji serî de nabêjin na û ji serî de nabêjin erê jî, di vê kêliyê de encamên baş bi xwe re nayîne.”
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û wekîla Edenê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî nîqaşên îdamê ku Erdogan anî rojevê, diyar kirin, nîqaşkirina pêşniyare jî nayê qebûlkirin.
Turkdogan got, cizayê îdamê ku wekî ‘’cizayê mirinê’’ tê pênasekirin ji mewzûata Tirkiyê bi temamî hatiye derêxistin û diyar kir li gorî protokola zêdek a 6’an a AÎHS’ê û li gorî protokola 2’yan a Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya NY hatiye pejirandin û ketiye sepanînê.
Turkdogan got, ‘’hem bikeyskirinên destûra bingehîn hatine kirin û hem jî li gorî hiqûqa navdewletî guherîn hatin pêkanîn.’’û diyar kir, ‘’bi paş ve gavavêtina vê wê pirsgirêkên pir giran bi xwe re bîne. Hem li NY û hem li Konseya Ewropayê û hem jî li Yekîtiya Ewropa wê problemên mezin bi xwe re bîne.’’
Turkdogan wiha pê de çû: ‘’Ti heqê dewletê nîne ku cizayê mirinê bide, ku ev dawî li heqê jiyanê tîne. Di hiqûqa hevçax a cizayê de cih ji vê re nîn e. Ji bo vê jî li ser bûyerên refleksîf em rast nabînin ku ev bibe rojev. Ji bo vê jî vegera ji vê ji hêla sosyolojîk ve ev ne pêkan e. Em vê qet qebûl nakin, em naxwazin pêşniyareke wiha jî were rojevê.’’
‘TIŞTÊN KU PIŞTÎ HEWLDANA ARBEYÊ BÛYIN NE KÊMÎ DARBEYÊN NE’
Wekîla HDP’ê ya Edene Meral Daniş Beştaş diyar kir, tiştên ku piştî hewldana darbeyê bûne ne kêmî darbeyê ne û got, ‘’Darbeyên li hemberî hev hene. Ji mêj ve ye ku me digot darbeyeke sivîl heye.’’ Beştaş diyar kir, kuçe ne ewle ne û wiha berdewam kir, ‘’Bê şik û guman li kuçe û meydanan demokrasî têne afirandin. Lê ji bo ku ev veneguhere lînckirinê, darbeyeke dî divê ji xeta dmeokrasiyê dûr nekeve.’’
Beştaş bi bîr xist û got û li Meclîsê jî dengên ‘’em îdamê dixwazin’’ derdikevin û got, ‘’Di vê rewşê de divê siyaset, hikûmet û muxalefet ji rêya êqil, prensîbên dewleta hiqûqê û nirxên navnetewî binpê nekin û piştguh nekin. Di her nîqaşê de qet nayê qebûlkirin ku gavên bi pêş ve hatine avêtin dîsa bi paş ve werin avêtin. Xeta me divê tim ber bi siberojê ve be. Bi heqên zêdetir, demokrasiya zêdetir mirov dikare heq ji van darbeyan derbikeve.’’
Beştaş got, ‘’ez hêvîdar im ku partiya desthilatdar vê neyîne rojevê’’ û wiha berdewam kir: ‘’Helwesta me ya li hemberî heq û azadiyan, standartên navnetewî û standartên kokara demokratîk zelal e. Niha ev binçavkirin û girtin û ji peywirê girtin pir hêwilnak e. Divê ev jî bi baldarî were şopandin. Siyaset bi polîtîkayên aqilane û reel, ji bo ku dawî li vê rewşa dînbûnê bîne divê ji çarçoweya hiqûqî têkeve dewreyê.’’