Li Minbicê 42 çete hatin kuştin
Hat ragihandin ku di şerê li navenda bajarê Minbicê de herî kêm 42 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di şerê li navenda bajarê Minbicê de herî kêm 42 çete hatin kuştin.
Li bajarê Minbic û gundewarên wê di navbera şervanên Meclîsa Leşerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome. Di şer de zêdetirî 42 çete hatin kuştin.
Ji vê sibehê saat 05:00`an ve heta niha li gundê Îlan, Dendeniyê, Zonqel, Bozkîc, El-Biwêr, Mişêrife El-Biwêr û Dadat di navbera şervanên Meclîsa Leşerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de şer rû didin.Di şerê ku hîna didomin de zêdetirî 42 çete hatin kuştin û 3 wesayîtên bi çeka doşka berkirî hatin rûxandin.
Di şerê li bajarê Minbicê li hemû eniyan didomin û şervanên Minbicê pêşve diçin.Di şerê de 5 sekvanên çeteyan hatin kuştin.
Her wiha 7 termên çeteyên ku şevê din di şerê li Taxa Kiclî de hatibûn kuştin ketin destê şervanan.