Şeva 'Ti xewn wê nîvco nemîne' sibe ye
Şeva 'Ti xewn wê nîvco nemîne' ku ji ber hewldana darbeyê hat taloqkirin, wê sibe li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci pêk were.
Şeva 'Ti xewn wê nîvco nemîne' ku ji ber hewldana darbeyê hat taloqkirin, wê sibe li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci pêk were.
Di vê şevê de, ji Pirsûsê heta Enqereyê, ji Roboskî heta Somayê wê lêgerînerên edaletê li hev bicivin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî wê tevlî şevê bibin. Di şevê de koma muzîkê ya ji xaziyên Pirsûsê pêk tê, derkeve ser dikê.
Şeva ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ve di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" tê lidarxistin, wê sibe saet di navbera 17:00-23:00 de li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci pêk were
XAZIYÊN PIRSÛSÊ WÊ DERKEVIN SER DIKÊ
Di şevê de, koma muzîkê ya ji ciwanên bi saxî ji komkujiya li Pirsûsê rizgar bûne derkeve ser dikê û ji bo 33 rêwiyên xewn û xeyalan bistirên.
Her wiha Bûrhan Berken, Ferhat Tûnç, Grûp Vardiya, Hîlmî Yarayici, Îlkay Akkaya, Îsyan Ateşî û Sarya bi stranên xwe, Mehmet Ozer, Şukru Erbaş û Temel Demîrer jî bi helbestên xwe tevlî şevê bibin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî wê li şevê amade bin.
DAYIKÊN MEHMET TÛNÇ Û ASYA YUKSEL TÊN
Şev wê bi Kurdî û Tirkî bê pêşkêşkirin û ji aliyê Guneş Erzûrûmoglû ya li Pirsûsê birîndar bûbû ve bê destpêkirin. Piştre Hevserokên SGDF'ê Ozgen Sadet û Ogûz Yuzgeç wê baxivin.
Malbatên Somayî, dayikên Şemiyê, malbatên 10'ê Cotmehê, malbatên Gezî, malbatên 2'ê Tîrmehê, malbatên Roboskî, malbatên Hûrşît Kulter, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Sevag Balikçi, Metîn Goktepe, Metîn Lokûmcû, Kadrî Bagdû, Baran Tûrsûn, Serhat Yildiz û malbatên Pirsûsê wê li hev kom bibin.
Her wiha malbatên jinên hatine qetilkirin û yên li dijî şîdeta li hemberî jinê li edaletê digerin, wê tevlî bibin. Wê malbata yek ji kesayetên girîng ên tevgera ciwanan a 68'an Taylan Ozgur jî beşdar bibe.
Di şevê de wê nûnerên gelên Kurd, Tirk, Çerkes, Ereb û Ermenî amade bin û Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê û SGDF, plaketê bidin kes û saziyên li ser navê 33 rêwiyên xewn û xeyalan li edaletê digerin.
Her wiha wê sînevîzyonek jî li ser komkujiya Pirsûsê bê nîşandan.