Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên çeteyan ên li ser Taxa Şêx Meqsûd û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YPG’ ê destnîşan kir ku êrîşên hevbeş ên komên çete ku di bin banê koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin ên wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.
YPG’ê wiha anî ziman: “Me duh di daxuyaniya xwe ya duh de behsa şerê piştî êrîşên komên çeteyan ên di 27`ê Tîrmehê de kiribû. Piştî vî şerî hêzên me li cihên şer xebatên lêgerînê meşandin. Di encama van xebatan de hat zelalkirin ku di şer de 10 çete hatine kuştin. Dîsa di lêgerînan de 2 çete jî bi saxî hatin girtin.
Hêzên me li van qadan tevî 7 termê çeteyan dest danîn ser 9 keleşan, 7 jerjor û gelek guleyên keleşê, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 3 çekên LAW, 1 çeka bombekşin, 3 çekên Bruno, gelek topên cehenemê û 20.000 hezar bombeyên bi dest hatiye çekirin ên bi fitîl.
Di 27’ê Tîrmehê piştî nîvro jî çeteyan ji milê Seken Şebab, Seken Şikeyf û Eşrefiyê bi topên hawan û cehenemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd kirin. Di bersivdayina hêzên me de qasî hat zelalkirin çeteyek hate kuştin.”
ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ AXA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SURIYÊ BERDEWAM DIKIN
YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 27`ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên wan ên li gundê Korelî yê dikeve rojavayê Kobanê. Arteşa Tirk bi awayekî hemwext bombeyên gazê jî avetin çeperên hêzên wan.