Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Serlêdana parêzer û malbatên a hevdîtinê bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din re dîsa hate redkirin.

Malbat û perêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdana ku parêzer Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarca û Îbrahîm Bilmez û malbatan, bi hinceta biryara 1. Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê di tevahî demê Rewşa Awarte ku hatiye îlankirin her cûre hevdîtinên bi Îmraliyê re hatiye qedexekirin, hate nîşandan û hevdîtin hate redkirin.