NÛ BÛ

Li gelek navendan Qetlîama Qamişloyê hate protestokirin

Li bajarên Hildesheim, Krefeld ên Elmanay û Berlîn, Bern,Lozan,Rotterdam, Hannover,Essen û Anvers ê qetlîama Qamişloyê ku duh çeteyên DAÎŞ’ê kiribûn, bi awayekî girseyî hate protestokirin.

Li bajarên Hildesheim, Krefeld ên Elmanay û Berlîn, Bern,Lozan,Rotterdam, Hannover,Essen û Anvers ê  qetlîama Qamişloyê ku duh çeteyên DAÎŞ’ê kiribûn, bi awayekî girseyî hate protestokirin.

HİLDESHEİM

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi meşek di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de qetlîama ku çeteyên DAÎŞ’ê li Qamişloyê kirin hate protestokirin.

Girseya li ber otogara Hildesheim kom bû, pankarta “Ji Ocalan re Azadî Ji Kurdistanê re Statu” vekir, alên PYD, YPJ, YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda, heta navenda bajêr meş li dar xist. Girseya ku dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Terorîst DAÎŞ” qîr kirin, domahiya meşê belavok belav kir. Çalakî piştî li ber şaredariya Hildesheim danezan hate xwendin bi meşekê ve bi dawî bû.

KREFELD

LI bajarê Krefeld ê Elmanyayê êrîşa DAÎŞ’ê ya li Qamişloyê hate protestokirin.

Di çalakiyê de ku ji hêla DÎDF, çepgirên Elman û Însiyatîfa Gel a Krefeldê hate organîzekirin, pankartên her saziyê hatin vekirin û pankartek ku wêneyên qetlîama Qamişloyê lê ne hate rakirin.

Di axaftinan de her tim li ser polîtîkayên îmhaya topyekun a Erdogan hate rawestandi banga mezinkirina têkoşîna şoreşgerî hate kirin. Çalakî piştî xwendina danezanê bi dawî bû.

BERLÎN

Li bajarê Berlînê jî bi armanca protestokirina qetlîama DAÎŞ’ê meş hate lidarxistin. Di meşê de ku bi çalakiyên kon ên her hefte li ber Parlamentoya Federal a Elmanya rojên Çarşem, Pênçşem û Şemiyê tên lidarxistin paralel hate organîzekirin, NAV-DEM Berlîn, PYD Berlîn, Berlîn HDK û ciwanên Rojavayî amade bûn.

Girseyê piştî ji bo bîranîna kesên ku di qetlîama Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane rêz girt, dest bimeşê kir. Meşa li ber deriyê Brandenbûrgê destpê kir heta Potzdamer Platzê dewam kir.

Di meşê de Wekîlê Eyaleta Berlînê Hakan Taş axivî, kesên ku qetlîama Qamişloyê û her derê li ser Kurdan rewa dibîne şermezar kir.

Girseya dirûşmeyên “Dagirker ji Kurdistanê bicehemin”, “Bijî Berxwedana Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Qamişlo”, “Bijî PKK, YPG”, “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” qîr kir, piştî axaftinên ku qetlîamê lenet dike belav bû.

Çalakiya kon a Kurdistaniyan wê sibehê ji saet 12.00’an û şûn de li ber Parlamentoya Federal dewam bike. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê li ser banga Dem-Kurdê çalakiya ku hate lidarxistin bi sedan kes beşadar bûn. Rêxistinê çep ên Tirkiyeyî û komên anarşîst ên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê, dovîz û pankartên ku qetlîama Qamişlo şermezar dikin û tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd pirotesto dikin hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedan Qamişlo” hatin qîrkirin û her wiha belavok hatin belavkirin. Hevserokê berê yê SYKP Tuncay Yilmaz û nûerê PYD’ê li vir axaftin kirin.

Pişît axaftinan di pêşengtiya Ciwanên Azad ên Bernê de meşek hate lidarxisitin.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsteyê qetlîama Qamişlo û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Banga beşdariyê ji bo meşa ku salvegera Peymana Lozanê a ku 29’ê Tîrmehê bê li dar xistin kir.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê di çalakiya îtihatiya sivîl a ku li Stasyona Cenrraal hate lidarxisin qetlîama Qamişlo hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin. Her wiha di çalakiyê de dovîzên mîna “Ji bo Qamişloyê dua bikin”, “Duh Nice, îro Qamişlo,sibehê li kûder”, “Li Kurdistanê pelpelîk ji zarokan zêdetir dijîn” û “ Li hember qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nemînin” hatin bilindkirin.

HANNOVER

Qetlîama Qamişlo li bajarê Hannover ê Elmanyayê li devera Haûptbanhof bi daxuyaniyekî çapemeniyê hate protestokirin. Di çalakiyê de pankarta “Êrîşên çeteyan ên li hember sivîlan rawestînin” hate vekirin. Kurdan bi alên YPG, YPJî KJB, PYD û posterên Ocalan bilindkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Gelê Qamişlo ne bi tenê ye”, “Bijî Berxwedan Rojava” , “Şehîd namirin”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana navneteweyî” qîr kirin. Di çakakiya ku Elmana jî piştgirî kir de li ser navê NAV-DEM’ê Yilmaz Kaba axaftin kir û qetlîama Qamişloyê şermezar kir.

ESSEN

 Li bajarê Essn ê Elmanyayê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişlo bi mîtîngehê hate protestokirin.

Mitîng bi deqeyk rêzgirtinê destpêkir, di axaftina de bal kişan ser tecîrda li ser Ocalan. Di çalakiyê de balavokên bi Elamanî hatin xwendin, qetlîama ku li Qamişloyê hate kirin hate protestokirin.

ANVERS

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê jî qetlîama Qamişlo hate protestokirin. Çalakiya protestoyê ya ku li Qada Greonê hate lidarxitin, têkildarî qetlîama Qamişlo wêne û pankart hatin vekirin.

Siyasemedar Ziya Ûlûsoy li vir axivî û bal kişand ser qetlîama li Qamişloyê pêk hatî û tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakî bi dirûşmên “Terorîst DAIŞ” , “Terorîst Tirkiye” û “ Ji Ocalan azadî, ji Kurdistan re sitatû” bi dawî bû.

 

...