HDP'ê 'Komara Demokratîk' pêşniyar kir
HDP'ê, ji bo avakirina 'Komîsyona Avakirina Komara Demokratîk' qanûnek pêşniyar kir.
HDP'ê, ji bo avakirina 'Komîsyona Avakirina Komara Demokratîk' qanûnek pêşniyar kir.
HDP'ê, ji bo avakirina 'Komîsyona Avakirina Komara Demokratîk' qanûnek pêşniyar kir. Pêşniyar ji aliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken ve hat pêşkêşkirin.
Di xala destpêkê ya pêşniyar qanûna HDP'ê de, ji bo armanc û çarçoveya qanûnê ev tê gotin: "Li ser bingeha demokrasî, wekhevî, azadî û mafên gerdûnî, bi tevlîbûna hemû hêzên siyasî, civakî û hilberîner re, krîza heyî ya li welatê me bê çareserkirin, ji bo vê çareseriyê rapor bên amadekirin, pêşniyar bên kirin, bike ku dewlet û civak bi hev re tevbigere, ji bo vê pêşnûme û pêşniyarên qanûnan pêşkêşî Meclîsa Millet a Mezina Tirkiyeyê bike, damezrandin, erk, wezîfe û rêbaza xebatê ya Komîsyona Avakirina Komara Demokratîk destnîşanb ike."
Di xala duyemîn a pêşniyar qanûnê de jî tê gotin, ev komîsyon ji parlamenterên partiyên koma xwe hene û parlamenterên serbixwe pêk were.
Her wiha tê gotin, ji nava rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen û pisporan jî endam dikare ji komîsyonê re bên pêşniyarkirin.
Di xala sêyemîn a pêşniyar qanûnê de, têkildarî wezîfeyên komîsyonê tê gotin, "Şîdeta li dîroka civakî û siyasî ya Tirkiyeyê, darbeyên sivîl û leşkerî, hewldanên darbeyê bên tespîtkirin û ji bo siberojê, feraseteke xurt a demokratîk, azadîparêz û wekheviyê were destnîşankirin.
Gavên ji bo demokratîkbûn, azadî û wekheviyê, bi raya giştî re parve bike, materyalan di vî warî de biweşîne û raporan amade bike."
Ji bo dewlet û civaka Tirkiyeyê di nava demokasiyeke tam, hîn bêhtir azadî û wekheviyê de bijî, guhertinên qanûnî pêşniyar bike."