KJAR: Rewşa jinên Êzidî ji bo têkoşîna hemû jinên Kurd sedemek bingehîn e

KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî qirkirin û komkujiya ku ji aliyê DAIS´ê ve li ser gelê Şengalê hate kirin û birînek kûr di mêjiyê gelê Şengalê de çêkir, di duyemîn salvegera wê de şermezar kir.

KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî qirkirin û komkujiya ku ji aliyê DAIS´ê ve li ser gelê Şengalê hate kirin û birînek kûr di mêjiyê gelê Şengalê de çêkir, di duyemîn salvegera wê de şermezar kir.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhetalê Kurdistanê diyar kir ku DAIŞ ku nimûneya berbiçav a îdeolojiya serdestiya mêr îfade dike di roja 3´yê Tebaxa 2014´an êrîşî Şengale kir û got: “Di encamê vê qetlîamê de, 50 hezar kes hatine kuştin û bi sedan kes mecbûr man warê xwe biterikînin. Bi dirêjiya dîroka cinsiyetparêzî de, zihniyeta mêrsalarî bi her awayî jin kiriye hedefa xwe. Di komkujiya Şengalê de jî, jin hedefa sereke bûn. Sedan jin rastî destdirêjî hatin. 5 hezar jin û zarok jî wek xenîmeta şer hatine revandin. Di dîroka Kurdistanê de heya niha, tevî hemû êrişan jî, jin pêşeng û sembola îrade bûne. Nimûneya vê, berxwedana jinan li hember îdeolojiya terorîstî a DAIŞ´ê bû ku parek ji mirovahiyê negirtine. Bi dehan jinan xwe ji çiyê û bilindahiya avêtin, dehan xwekujî çêbûn û gelek jin jî di her firsetê de hewl dan xwe ji destê çeteyan rizgar bikin.”

KJAR’ê destnîşan kir ku civaka Êzidî ji ber ku di dîrokê de gelek caran bûye hedefa êrîş û komkujiyan nikarîbû xwe bi rêxistin bike û hêza parastina xwe çêke. KJAR’ê wiha dewamî da daxuyaniya xwe, “Ev bû sebeb ku jinên Êzidî jî bibin qurbaniyên herî mezin. Di nava du salên bihurî de hejmarek ji jinên Êzidî xwe ji DAIŞ´ê rizgar kirin. Lê, hê 3 hezar jin dîl girtîne. Rewşa jinên Êzidî ji bo têkoşîna hemû jinên Kurd sedemek bingehîn e.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhetalê Kurdistanê bi bîr xist ku li hemberî komkujiya Şengalê, hêzên azadixwaz yê Kurdan berxwedanek bêhempa meşandine û wiha pê de çû, “Di gelek waran de, gelê Êzidî û di serî de Jinên Êzidî pêşengî kirine. Carek din xebata ji nû ve avakirinê dest pê bû. Meclisa jinên Êzidî û hêzên serbixwe ya parastanê “YPJ-JIN” hate ava kirin û gelek jin ji bo çêkirina jiyanek azad tevlî bûn. Niha jî jinên Êzidî ji bo bersiva komkujiyê, perwerde esas girtine û bi zanîna çekê pêşengiya civakê dikin. Îro jinên Êzidî li cihekî pîroz wek Şengalê ji bo jiyanek nû dixebitin ku ev nimûneyek ji bo jinên herêm û cihanê ye.”

KJAR’ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em wek KJAR ji bo daxuyaniya Meclîsa Jinên Şengalê bi minasebeta duyemîn salvegera komkujiya dijî jinan piştgîrî dikin. Her wiha ji bo nasandina qirkirina jinan a di vê dîrokê de, di asta navnetewî de xebatê dimeşînin. Em her wiha dixwazin li ser esasê hevgirtinek demokratîk di navbera jinên Kurd û hemû jinên Îranê de, bingeha têkoşîna hevpar berfireh bikin. Carek din bang li jinên Rojhelatê Kurdistanê û Îranê dikin ku xebatek hevbeş têkîldarî qirkirina Şengalê pêk bînin. Em bang dikin ku ji bo hevdengî li gel jinên Êzidî di roja 3´yê Tebaxa 2016´an de deqeyek bêdengî pêk were. Ji saziyên navnetewî û hemû saziyên peywendîdar jî dixwazin ku gavên pêwîst di vî warî de bên avêtin.”