Hêzên YPG/YPJ'ê taxa Seken Şebabî ya Helebê bi temamî rizgar kirin

Şervanên YPG/YPJ’ê Taxa Seken Şebabî ya Helebê bi temamî ji komên çete yên koalisyonê rizgar kirin û ber bi Taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ve diçin.

Li gorî agahiyên ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin bidestxistin, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ev 5 meh in, êrîşên xwe li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê zêde kirine û di encama êrîşê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, şervanên YPG/YPJ’ê ber bi rizgarkirina herêmên ku çete lê bicih dibin ve diçin.

Di vê çarçoveyê de Şervanên YPG/YPJ’ê Herêma Seken Şebabî ya ku li rojhilatê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, bi temamî ji çeteyan rizgar kirin.

Li Taxên Eşrefiyê û Benî Zêd jî şerê dijwar diqewime. Di encamê de şervanan hin nuqteyên stratîjîk ji çeteyan rizgar kirin û bi pêş ve diçin.