Ciwanên HDP’yî: Em radestî rejîma Rewşa Awarte nabin
Meclîsên Ciwana ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî darbe û Rewşa Awarte daxuyaniyek nivîskî parvekir.
Meclîsên Ciwana ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî darbe û Rewşa Awarte daxuyaniyek nivîskî parvekir.
Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî darbe û Rewşa Awarte banga mezin kirina têkoşînê kir. Daxuyaniya bi sernavê "Em pêşeroja bê darbe û bê Rewla Awarte têkoşîna xwe mezin bikin" hat weşandin de, hat gotin ku derbe li dijî vîna gelan e.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku divê ji tiştên pêk hatin ders bê derxistin, divê ji bo lêpirsînê jî komîsyon bên avakirin.
Meclisa Ciwana bal kişand ser rewşa endamên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanen Sosyalîst (SGDF) yên demek berê li Dersimê bi êşkenceyê hatin binçavkirin û aşkere kirin ku di serdema Rewşa Awarte de hemû mafên mirovan hatine binpêkirin. Ciwanan da zanîn ku li Rihayê jî piştî endamên SGDF'ê hatine binçavkirin, êşkence li wan hatiye kirin û êrîşên li dijî ESP û SGDF'ê şermezar kirin.
HEVDÎTINA BI OCALAN RE GIRÎNG E
Di dewama daxuyaniyê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat sekinîn û ev tişt hat gotin: "Ji bo bingeha pêvajoya aştiyê bê saz kirin, divê demek ji ya din zûtir bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji bo welat ji rewşa kaos û kaotîkê bê derxistin, divê demokrasî pêk bê û pirsgirêka Kurd bê çareser kirin.