Li Şemzînanê qedexeya kolanan hate rakirin

Qedexeya kolanan a li ser gundikê Serero û gundê Şapatan ê girêdayîn navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû îlankirin, hate rakirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiyê ve hate kirin, qedexeya kolanan a ku beriya 3 rojan hatibû îlankirin, jî saetên şevê û pêve wê bê rakirin.

Li vê herêmê di rojê borî de di şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de derketibûn herî kêm leşkerek hatibû kuştin û 6 leşker jî hatibûn birîndarkirin.