Li Colemêrgê herî kêm 2 leşker hatin kuştin

Li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên HPG’ê yekîneyên artêşa Tirk kirin hedef û herî kêm 2 leşker kuştin.

Li gor agahiyan, îro danê nîvro yekîneya leşkerî ya artêşa Tirk ku li qada Mêrgesaw a li bejahiya gundê Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê xwe bi cih kiribû, bû hedefa gerîlayên HPG’ê.

Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 2 leşkerên Tirk mirine û 6 jî birîndar bûne.