Ozdemîr: Divê Elewî berê xwe bidin Ocalan

Hevseroka FEDA'yê Bêmal Ozdemîr nerazîbûn nîşanî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin da û got, "Ocalan ji bo hemû gelan, bi taybetî ji bo Elewiyan hêviya rizgariyê ye. Lewma azadiya wî azadiya me ye."

Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, ku ev 17 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin. Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) Bêmal Ozdemîr nerazîbûn nîşanî şert û mercên Ocalan lê tê ragirtin da û bang li hemû gelên li herêmê bi taybetî Elewiyan kir, ku li dijî vê yekê biherikin kolanan.

Hevseroka FEDA'yê Bêmal Ozdemîr da xuyakirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê wateya tecrîda li ser gelên herêmê û jinan û got, "Bi qasî nêrîn û ramanên Abdullah Ocalan, hebûn û azadiya wî jî ji bo me di asteke dîrokî de girîng e. Ji ber ku Ocalan, jinên Kurd ji nava koletiyê, ji nava tarîtiya Rojhilata Navîn derxist û veguherand jinên azad. Lewma agahînegirtina ji wî, herî zêde me jinan dixe nava fikaran. Azadiya me û azadî, hebûn û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan yek e."

Hevseroka FEDA'yê Ozdemîr bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gel û baweriyên li Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: "Rêberên heta niha ji bo gelan, bawerî, jin û civakan li ber xwe dan, hemû xwedî taybetmendiyên xweser bûn. Lê belê aliyê herî mezin û afirîner ê Ocalan, qîmet û wateya dide azadiya jinê ye. Yê ku herî baş azadiya jinê analîz kiriye, fêhm kiriye Ocalan e. Ji bo me jinên Elewî û hemû civaka Elewî, felsefeya Ocalan gelekî girîng e. Ocalan yekan e mirov e ku ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn çareseriya alternatîf destnîşan kiriye. Me dît, ku heta niha ji bilî nêrîn û felsefeya Ocalan ti hêzê li Rojhilata Navîn çareserî nafirandiye. Berevajî; kaos û krîz kûrtir kiriye. Rojava mînaka vê ya şênber e. Lewma azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e."

Ozdemîr da zanîn, li welatekî mîna Tirkiyeyê tevlîhev û kaos, ew li ser rewşa Ocalan agahiyê nagirin û diyar kir, ev rewş wan dixe nava fikaran.

'DIVÊ EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN'

Hevserok Bêmal Ozdemîr destnîşan kir, ku divê civaka Elewî azadiya Ocalan gelekî girîng bibîne û got, "Azadî û tenduristiya Ocalan ji bo 'utopyaya me', ji bo baweriya me ya pîroz gelekî girîng e. Ev yek, ji bo me hem berpirsyariya exlaqî ye, hem jî ya wijdanî. Bawermendeke/î Elewî li ku neheqiyê bibîne, divê li wir li dijî wê zilmê derkeve. Navenda îbadeta me di gotina 'kabeya mirov, mirov bi xwe ye' de veşartî ye. Lewma em ê berê xwe bidin mirov. Yanî em ê berê xwe bidin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Hevseroka FEDA'yê Ozdemîr da zanîn, mejiyê Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan mejiyê Emewî ye û wiha dewam kir: "Heta ku ev mejiyê Emewî hebe, azadî û hebûna ti kesî, bi taybetî ya Elewiyan wê ne ewle be. Girîng e her kes vê xeteriyê bibîne û nekeve nava xefleta 'tiştek bi min nayê'. Recep T. Erdogan dixwaze zîhniyeta Emewî ji nû ve bide jiyîn. Me ev yek di hewldana dawî ya darbeyê de jî dît. Me dît ku hedefa sereke ya vê zîhniyeta barbar, wargeh û taxên Elewiyan e." Ozdemîr ev bang li Elewiyan kir: "Erdogan bi mejiyê xwe yê faşîst ve, darbe di nava darbeyê de kir û dixwaze bi kaosê gel teslîm bigire. CHP jî ber bi aliyê xwe ve kişandiye û Elewiyan, Kurdan û hemû hêzên demokrasiyê hedef digire. Pêwîste em li hemberî vê zîhniyetê dakevin kolanan û daxwaza demokrasî û azadiya Ocalan biqîrin."