15 girtiyên din hatin sirgûnkirin

Bi hinceta “cih nîne” ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 15 girtî hatin sirgûnkirin.

Bi hinceta “cih nîne” ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 15 girtî hatin sirgûnkirin.

Navê girtiyên ku nayê zanîn bê ka sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin wiha ne: Alî Soylû, Cesîm Guzel, Çetîn Şîmşek, Ferhat Ustundag, Fethan Çelîk, Dogan Şenses, Dogan Oner, Adem Atabay, Ahmet Temel, Fesîh Sayak, Abdûrrahman Sever, Firat Karaca, Cengîz Unal, Alî Îhsan Gulen û Bûrhan Kartal.”

Di nav girtiyên hatine sirgûnkirin de Fesîh Sayak ê 56 salî jî heye ku nexweşiya dil pê re ye. Hate ragihandin ku Sayak di rojên bihurî de nexweş ketiye, lê nebirine nexweşxaneyê.