Dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan rê li ber hewldana darbeyê vekir
Di pêşengtiya Navevda Civaka Kurd a Cinêvê de, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin.
Di pêşengtiya Navevda Civaka Kurd a Cinêvê de, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin.
Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Cinêvê de, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin. Rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn, Metîn Yegîn, akademîsyen Engîn Sustam tevlî panêlê bûn.
NESÎN: TIRKIYE TIM BI DARBEYAN HATIYE BIRÊVEBIRIN
Ji qisekerên panelê rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn da xuyakirin, ku Tirkiye heya niha bi darbeyan hatiye birêvebirin û got, "Li Tirkiyê darbeya her kesekî heye, ji bo hinan biparêzin an jî li dijî hev bikin. Tenê ji bo ku Kurdan û sosyalîstan biparêzin heya niha darbe nehatiye kirin. Mexdûrê pêşî yê her darbeyê bûne em."
SUSTAM: LI KURDISTANÊ TIM DARBE HEBÛ
Sustam di panelê piştî Nesîn axivî û diyar kir, ku dîroka Tirkiyê bi darbeyan tije ye. Sustam destnîşan kir, ku di vê nirxêndinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema pêvajoya 'Çareseriya Demokratîk' de kiriye, baş werin xwendin û analîzkirin.
Sustam diyar kir, AKP ji ber polîtîkayên xwe ketiye pêvajoya darbeyê, xitimandina pêvajoya aştiyê, polîtîkayên ku xwe li ser dijminatiya bi Kurdan re ava kiriye, rê li ber darbeyê vekiriye.
YEGÎN: HÛN BEHSA KÎJAN DARBEYÊ DIKIN?
Piştî Sustam, rojnamevan-nivîskar Metîn Yegîn jî got, "Hûn behsa kîjan darbeyê ji min re dikin, behsa kîjan tankan? Tankên ku ketine Cizîrê, balafirên ku Kurdan bombe dikin? Pêşî em bi vê zanibin."