Qirkirina Şengalê li Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin
Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li Hambûrgê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.
ANF
HAMBÛRG
yekşem, 7 gelawêjê 2016, 13:48
Meş bi pêşengiya Civaka Êzidî ya Hambûrgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn hat lidarxistin û Federasyona Suryaniyên li Ewropayê, Mala Gel, ÎSKÛ, Federasyona Êzidiyan li Ewropayê destek dan.
Meşê li Sternschanseyê destpê kir û li Altona qediya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Şengalê", "Yan mirin an Êzîdxan", "Bijî Serok Apo", "Bijî piştgiriya şoreşgerî" hatin qîrîn û operasyona rizgakirina Minbicê hat silavkirin.
Li dû meşê, li Altonayê mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Adalet Sare, li ser navê Civaka Êzidî ya li Hambûrgê jî Hayat Çete axivîn.
Çete bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê beriya du salan ji bo qirkirinê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran jin û zarok dîl girtin û dest avêtin wan. Di dewama axaftina xwe de nûnera civaka Êzidî ya Hambûrgê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî baweriya Êzidî hedef girtine, xwestine bi temamî ji holê rakin û got, "Bi vî rengî xwestin hêman û rengê çand û dîroka Mezopotamyayê ji holê rakin."
Çete bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û saziyên navneteweyî kir, ku xwerêveberî û xweparastina Êzidiayn a li Şengalê nas bikin.
Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Adalet Sare jî tiştên ku jineke ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin jê re qalê kiribû vegot: "Dema em girtin, birin cihekî li jêrzemîna girtîgehekê. Çarşefên reş li me kiribûn, destên me bi hesin ji pişt ve girê dan. Bi tenê ji bo firotên em ji wî cihê derdixistin. Her jinek herî kêm bi 10 dolaran dihatin firotin. Hin hevalên me hebûn, li wê bazarê di berdêla paketek cixarê de hatin firotin. Ez nizanim li wê bazarê ez firotin çend kesan. Li wan bazaran zarokên keç ên 3-9 salî jî hebûn. Bêguman li van herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bûn, cehenema herî mezin bi serê zarokan ve dihat. Îşkenceyên giran li zarokan dikirin."