'Divê Kurdistaniyên li Swîsreyê hîn bi xurtî tevlî kampanyayê bibin'

Li Swîsreyê, tevî ku "Kampanya xwedîderketina malbatan a li hev" roj bi roj mezin dibe jî, hejmara heta roja îro derketiye holê têrker nîne. Heta niha 345 malbat li Kurdistanê bûne xwedî malbatekê, ku 6 ji van Swîsreyî ne.

Kampanya "Xwedîderketina malbatan a li hev" ku ji bo xwedî li malbatên li Bakurê Kurdistanê bûne mexdûrên terora Erdogan û çeteyên wî hat destpêkirin. roj bi roj mezin dibe.

Ev kampanya ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve tê meşandin, li Swîsreyê bi sedan malbat gihandiye hev.  Heta niha 345 malbatên li Swîsreyê ji xwe re malbatek li Kurdistanê hilbijartin e, ku 6 ji van Swîsreyî ne. Ev hejmar her çiqasî girîng jî be, lê belê li gorî hejmara 80 hezar Kurdistaniyên li vî welatî dijîn, têrker nayê dîtin.

Lîmîta herî nizm a alîkariya ji bo malbatek li Kurdistanê, bi 150 Euroyî hatiye destnîşankirin. Ev yek li gorî şert û mercên jiyanê yên li Swîsreyê, ji bo malbateke dixebite, zehmet nîne. Nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê yê Swîsreyê Lezgîn Ornek, rewşa heyî ya kampanyayê û girîngiya vê xwedîderketinê ji ANF'ê re nirxand.

345 MALBATAN, HER YEKÎ JI XWE RE MALBATEK DIYAR KIRIYE Û XWEDÎ LÊ DERDIKEVE

Ornek da xuyakirin, ku heta niha 325 malbatan bi xwe têkilî bi wan re danîne û xwestine xwedî li malbateke li Kurdistanê derkeve. Ornek got, "Niha li Swîsreyê bi giştî 345 malbat tevlî kampanyayê bûne, ku 6 van malbatên Swîsreyî ne. Her wiha, herî kêm 30 malbat li derveyî me, yekser têkilî bi malbatên li Kurdistanê re danîne û xwedî li wan derdikevin."

Ornek diyar kir, ji bo avakirina mekanîzmayeke kontrolê, ew hewl didin xwe bigihînin mirovên bi şexsî tevlî kampanyayê bûne bibin û bal kişand ser hin kêmasiyên rû didin. Ornek got, "Hin malbat, piştî ku çend mehan destekê dide malbatekê, alîkariyê dibire. Di rewşeke bi vî rengî de jî, malbatên me yên li welêt hîn bêhtir mexdûr dibin. Dema agahiyên xwegihandina van malbatan bi me re nebin, hingî di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de em zehmetiyan dikişînin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, girîng e hemû malbatên tevlî kampanyayê bûne bi me re têkiliyê deynin."

'PÊWÎSTE KAMPANYA WERE MEZINKIRIN'

Nûnerê Heyva Sor da zanîn, ji hemû beşên civakê yên li Swîsreyê mirov tevlî kampanyayê dibin û destnîşan kir, ku pêwîstî pê heye ev kampanya were mezinkirin. Ornek ji mirovên ku budçeya wan têrê nake bi tena serê xwe xwedî li malbatekê derkeve, lê di heman demê de dixwazin alîkariyê bikin xwest, xwe bigihîne wan. Ornek ragihand, çend malbat jî dikarin bibin yek û ji xwe re malbatekê diyar bike.

'EM Ê GELÊ XWE HEWCEDARÎ ZALIMAN NEKIN'

Ornek anî ziman, malbatên wan ên li Swîsreyê heta niha li Cizîr, Sûr û Silopiyayê û herî dawî jî li Geverê xwedî li malbatan derdikevin û got, "Malbatên me yên xwedî li malbatekê derdikevin, dema tevlî kampanyayê dibin, gelekî kêfxweş û bextewer dibin. Kêfxweş in, ji ber ku tevlî berxwedana li Kurdistanê dibin. Ew bi xwe vê kêfxweşiyê ji me re dibêjin. Her wiha, dema em bi malbatên xwe yên mexdûr ên li welêt re daxivin, ew jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê kampanyayê bilêv dikin. Her malbata em pê re daxivin dibêje, 'Em dizanin wê gelê me û dostên me, me hewcedarî zaliman nekin'. Ev gotin gelekî girîng e. Eger her kes bi girîngiya vê gotinê zanibe, hingî ti pirsgirêk li holê namîne ku em çareser nekin."

'ARMANCA KAMPANYAYÊ NE MADIYAT E'

Ornek got, "Armanca bingehîn a kampanyayê ne desteka madî ye, armanc; afirandina hişmendiyeke civakî û xurtkirina têkiliya gelê me yê li Ewropayê û yê li Kurdistanê ye" û destnîşan kir ku desteka madî ji parvekirina mutbexê pêk tê.

Ornek ragihand, kampanyayê ruhê hevgirtinê afirandiye û got, "Gelê me yê li Ewropayê tevlî kampanyayê dibe, ji ber ku xwedî li malbateke gelê xwe derdikeve, ji aliyê wijdanî ve rehet e. Eger em Kurdên li Ewropayê di asteke têrker de tevlî vê kampanyayê bibin, hingî em ê aliyekî şoreşa civakî pêk bînin."

'XALA BINGEHÎN A KAMPANYAYÊ TÊKILIYA NAVBERA MALBATAN E'

Ornek diyar kir, malbatên tevlî kampanyayê bûne divê bi tenê bi desteka madî xwe bisînor nekin û got, "Her malbat divê timî bi malbata xwedî lê derdikeve re di nava têkiliyê de be. Dema çû welêt, divê karibe biçe cem vê malbatê, bi wan re bimîne. Ev têkiliya were xurtkirin, yek ji armancên bingehîn ên kampanyayê ne."

'BI RÊYA NAVENDÊN CIVAKA DEMOKRATÎK DIKARIN XWE BIGIHÎNIN ME'

Ornek anî ziman, her kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin divê têkiliyê bi wan re deynin û got, "Li her kantonê xebatkarên me hene. Bi rêya wan dikarin xwe bigihînin me. Wekî din li devera lê dijîn, bi rêya Navendên Civaka Demokratîk dikarin xwe bi hêsanî bigiînin me."

Ornek di dawiya axaftina xwe de got, "Em timî vê dibêjin; Li Ewropayê mîlyonek Kurd dijîn. Ev mîlyonek Kurd eger ji mîlyonek welatiyên me yên li welêt mexdûr bûne her meh 50 Euro bişîne, ev mexdûriyek wê bi giranî ji holê were rakirin" û destnîşan kir, ku ev piştgirî wê karê şoreşa Kurdistanê hêsantir bike.