Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Abî hate girtin
Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Senar Abî ku li Geverê hatibû binçavkirin, ji ber Dadgeha Temyîzê cezayê 3 salan ê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatibû birîn qebûl kir, hate girtin.
Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Senar Abî ku li Geverê hatibû binçavkirin, ji ber Dadgeha Temyîzê cezayê 3 salan ê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatibû birîn qebûl kir, hate girtin.
Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Senar Abî duh li Fermandariya Jendermeyan a Yenî Kopru hatibû binçavkirin û şandibûn Midûriyeta Polîsan a Geverê. Abi piştî sewqî dozgeriyê hate kirin, dozger jî di daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi idîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û Abi şand girtîgehê. Hat diyarkirin ku ji ber 3 sal cezayê ku li Abî hatibû birîn ji aliyê dadgehê ve hatiye erêkirin hatiye girtin. Abî şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê.