ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Rojava dikare ji ciwanên Fransayê re bibe îlham'
Ciwanê Fransayî, ku 9 meh in di nava refên YPG'ê de têdikoşe got, "Eger DAIŞ li mala me li me dide, divê em jî li mala wan, li wan bidin." -
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Ewropayê
Ji bo silavkirina salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn civîn, meş û pîrozbahî lidar xistin. -
Gelek kes li Şirnex û Enqereyê hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê de gelek kes hatin binçavkirin. Jimara kesên ku li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê de hatin binçavkirin gihişte 11’an. -
YPG: Çeteyên ku êrîş kirin; derbên giran xwarin
YPG’ê diyar kir ku 14’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember herêmên Başûrê gundê Til Lebhah ê 42 km dikeve bakurê gundê Mekmen ê girêdayî Şedadê êrîşekî berfireh lidar xistin, derbên giran xwarin. Çeteyek bi saxî hate girtin. -
Yasaya ku êrîşê dibe ser vîna gel sibehê diçe Meclîsê
Yasaya tûrik a ku êrîşê dibe ser vîn û destketiyên Kurdan sibehê li Meclîsê wê were guftûgokirin. -
Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî ya li Aydin, Îzmîr, Agirî û Amedê dewam dikin. -
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coşek mezin tê pîrozkirin
Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek deverên cîhanê bi kelecanek mezin tê pîrozkirin. -
Akademîsyenên Misrî: Serketina Minbicê dikare rê li ber çareseriya li Sûriyeyê veke
Akademîsyenên Misrî der barê rizgarkirina Minbicê de, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn. -
Sê leşkerên li Îmraliyê wezîfedar hatin binçavkirin!
Yek serpel û 2 berbazên li Îmraliyê wezîfedar, di operasyona FETO/PDY de hatin binçavkirin. -
Ciwanên Kurd ji bo Ocalan çapemeniya Elman ziyaret kirin
Ciwanên Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê navendên çapemeniyê ziyaret kirin û tecrîda girankirî ya li se Ocalan anîn rojevê. -
NCDK a Celleyê kongreya xwe pêk anî
Di kongreya NCDK a Celleyê de banga geşkirina berxwedanê hate kirin. -
Komîsyona Lêkolînê: Dibe ku şewata li nexweşxaneya Yermûkê bi zanebûn hatibe derxistin
Hat gotin, dibe ku şewata 10'ê Tebaxê ya li Nexweşxaneya Jinê û Welidînê ya Yermûkê ya li Bexdayê, ku zêdeyî 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane, dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin. -
32 salên raperîna 15'ê Tebaxê -Selahattîn Erdem
Eşkere ye, berxwedanên xwerêveberiya demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê di sala 32. a 15'ê Tebaxê de li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê hatin meşandin, ji niha ve gelek encamên girîng ên siyasî, leşkerî û psîkolojîk derxistine holê. -
NAV-YEK, SMJÊ û PHKÊ 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin. -
'Dibe ku Tirkiye bibe navenda sûcên seksê'
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, hukmê ku her şêwe destavêtin û destdirêjiya li zarokên kêm 15 salî weke sûc dibîne, betal kir. Rêxistinên Mafên Zarokan ên li Swêdê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn dan. -
Li kampa çeteyên Tirkiye destekê dide wan, teqîneke dijwar rû da
Li kampa Atmê ya di bin kontrola çeteyên El Nûsra de ye, ku ev koma çete ji hikûmeta Tirk destekê digire, teqînek dijwar rû da. Di encama teqînê de 35 kes mirin. -
15'ê Tebaxê li Hannover û Peîne hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê, li bajarên Hannover û Peîne yên Elmanyayê hat pîrozkirin. -
Kurdistanî li Londonê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, li navenda paytexta Îngilîstan Londonê meşa 'Ji Ocalan re Azadî' hat lidarxistin. -
Li Bavyerayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan meşeke dirêj destpê kir. -
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Dûîsbûrg hate pîrozkirin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. -
Sarica: Kiyarên xwe yên ku nekarîn bi komployê re bikin, niha dikin
Parêzerê Ocalan Rezan Sarica wiha got: “Kiyarên xwe yên ku nekarîn bi komloyê re pêkbînin, dixwaze cîhana derve îzole bike û pêk bîne.” -
Aydar: Rêbertiya me beriya her tiştî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyî Aydar di civîneke gel ya Zûrîhê de axivî û got, ‘’Hemû xebatên me wê ji bo tendirûstî û ewlekariya Rêber Apo be’’ -
Çalakiya li hember FITRAT-DER’ê, TŞYG girt ser xwe
Çalakiya li hember FITRAT-DER’ê, ya li Taxa Cebecî ya Sûltangaziya Stenbolê ku 12’ê Tebaxê pêk hatibû TŞYG’ê girt ser xwe. -
Li Melboûrne û Mannehîm aktivîteya 15’ê Tebaxê
Li bajarê Melboûrne yê Awûstûralya û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. -
NAV-YÊK: Em komkujiya Şengalê ya 2007'an ji bîr nakin!
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyeke nivîskî, qurbaniyên komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê, bibîr anî.