Komîsyona Lêkolînê: Dibe ku şewata li nexweşxaneya Yermûkê bi zanebûn hatibe derxistin

Hat gotin, dibe ku şewata 10'ê Tebaxê ya li Nexweşxaneya Jinê û Welidînê ya Yermûkê ya li Bexdayê, ku zêdeyî 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane, dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin.

Komîsyona ji Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, encamên lêkolîna xwe ya li ser sedema şewatê eşkere kir. Komîsyona ji 8 kesan ragihand, şewat ji ber elektrîkê derneketiye.

Komîsyonê di rapora xwe de diyar kir, ku li cihê şewat lê derketiye şopa benzînê hatiye dîtin û ev yek jî nîşan dide, ku pêkane şewat bi zanebûn hatibe derxistin.