ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ser hikûmeta Elman zext tê çêkirin da ku belgeyên têkildarî Tirkiyê eşkere bike
Piştî ku agahiyên têkildarî têkiliya çeteyan û Tirkiyeyê yên Wezarata Karê Hundir a Elman gihabû ber raya giştî, li ser hikûmeta Merkel zext zêde dibin. -
CRA: Ozgur Gundem li hember zextan serî netewand
CRA: Rojnameya Ozgur Gundem tevî hemû zext û êrîşan serî netewand, mîrasê ku ji Gurbetelî Ersoy, Mûsa Enter, gelê Kur û gelan girtî,dengê gel bi şiyara “Rastî di tarîtiyê de namîne” jiyana xwe ya weşanê dewam kiriye. -
YPG’ê nasanemeya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekî nasanamya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage (Amed Kobanê) ê ku di 10’ê Tebaxê de di pêgava rizgarkirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir. -
Çalakiyên li dijî tecîd û pêngava 15’ê Tebaxê bi bandor dewam dikin: Li gel 28 polîsan, 23 leşker jî hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayan ên bi bandor ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîranîna pêngava 15’ê Tebaxê li dar dixin, bênavber dewam dikin. Di encama çalakiyan de li gel 28 polîsan 23 leşker jî hatin kuştin. -
Dayikên Aştiyê ji bo Ocalan nobedê digirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê bi şîara, ‘’li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’’ li Galatasaray a Stenbolê çalakiya nobetê da destpêkirin. -
Li Silopiya û Licê 5 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li Silopiyayê de 4 kes hatin binçavkirin, ku zarok jî di nav de heye. Li Licê jî Cîgirê Hevşaredar Kadîr Bayram hat binçavkirin. -
Yuksekdag: Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye
Yuksekdag got, "Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye. Em li ku bin, Ozgur Gundem li wir e. Gava pêwîstî pê hebe, em hemû nûçegihan û belavkarên Ozgur Gundemê ne." -
Rewşenbîr û hunermend wê ji bo Ozgur Gundemê li Enqereyê bimeşin
Hewldana Rewşenbîr û Hunermendan a Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê wê bimeşe. -
Li Rûsyayê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, tecrîd hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Tambovê dijîn, 32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. -
Bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên li Ewropayê dewam dikin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dikin. Di çalakiyan de her wiha Pêngava 15'ê Tebaxê û serketina Minbicê jî hatin pîrozkirin. -
Asûrî-Suryaniyan destek dan Ozgur Gundemê
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir. Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, ku saziya siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî ye, li ser girtina Ozgur Gundemê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Nivîskara Ozgur Gundemê Erdogan hat binçavkirin
Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, endama Desteya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hat binçavkirin. -
Hejmara îro ya Ozgur Gundemê bi avahiya wê ve hat daliqandin
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku ji aliyê AKP'ê ve hat girtin û avahiya wê hat morkirin, hejmara wê ya îro bi avahiya wê ve hat daliqandin. -
KNK'ê ji bo Ozgur Gundemê bang li saziyên navneteweyî kir
KNK'ê girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir, ku ji AKP û Erdogan re bêjin 'bisekine'. -
Şefê kontrgerîla bû serşêwirmendê Erdogan
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, xwediyê şîrketa SADAT leşkerê teqawît Tûggeneral Adnan Tanriverdî ku perwerdeya kontrgerîla dide, kir serşêwirmendê Qesrê. -
Ozgur Gundem bi manşeta 'Em ê serî netewînin' derket
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku hikûmeta AKP'ê duh biryara girtina wê da, îro bi manşeta "EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' derket. -
Koma ji Zurîchê nobeda azadiyê didomîne
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê hat destpêkirin, zêdeyî 1.500 roj in bênavber dewam dike. -
RSF'ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Gundemê da
Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê di çapemeniya navneteweyî de cihekî berfireh girt. RSF'ê nerazîbûneke tund nîşanî biryara girtina rojnameyê û binçavkirina rojnamevanan da. -
Eren Keskîn: Ozgur Gundem wê mîna duh, îro jî bêdeng nebe!
Berpirsyara Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Keskîn diyar kir, rojname rojnameya Apê Mûsa, Ferhat Tepe, Huseyîn Denîzan e û got, "Ozgur Gundemê soz daye wan. Mîna duh wê îro jî bêdeng nebe." -
Dengê Ozgur Gundemê nikare bê birîn - Ergun Babahan
Me dît û bi serê me ve hat; gelek û nêrînên wî gelî temsîl dikin, bi zext, zordarî, bombe û îşkenceyê nikarin bên tinekirin, nayên bêdengkirin. Vê carê jî wê bi vî rengî be. -
Dema girtina li binê çavan a rojnamevanan hat dirêjkirin
Dema girtina li binê çavan a 24 rojnamevanên di serdegirtina li rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, heta roja Înê hat dirêjkirin. -
'Ya li Ozgur Gundemê hat kirin li dijî destûra bingehîn e'
Hiqûqnasana gotin, "Ya li Ozgur Gundemê hat kirin nehiqûqî ye" û bang kirin, ku ev helwesta li dijî destûra bingehîn a li hemberî çapemeniya azad tê kirin, derhal bê terikandin. -
Cemiyeta Rojnamevanên Azad ji bo Ozgur Gundemê bang kir
Cemiyeta Rojnamevanên Azad, li dijî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, wê îro saet di 17:00 de li ber avahiya rojnameyê ya hatiye mohrkirin daxuyaniyekê bide çapemeniyê. -
Ozgur Gundem hate muhrkirin
Avahiya Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi biryara dadgehê hate girtin û xebatkarên wê bi derbkirinê hatin binçavkirin, ji aliyê tîmên Şaredariya Beyoglûyê ve hate muhrkirin. -
Li Nisêbînê di teqînê de 6 kes birîndar bûn
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji ber heyberek nehat zanîn teqiya 6 kes birîndar bûn, 4 jê zarok in.