ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kantonên Rojava: Kiryarê komkujiya Dîlokê hikûmeta Erdogan e
Koordînasyona Kantonên Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê pêk hatî şermezar kir û got berpirsê komkujiyê Erdogan û hikûmeta wî ye. -
Kaya û Kizilkaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Bîlîr Kaya û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
HDP: Pêwîst e deklerasyona KCK’ê heba nebe
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen: Em deklerasyona KCK’ê erênî dibînin û wek firsendekê jî pêwîst e ku bê nirxandin. Ji bo di pirsgirêka Kurd de atmosfereke aştiyane çêbibe divê ev bang heba nebe. -
YPG: Êrîşên rejîma Sûriyeyê û Tirk dewam dikin
YPG’ê diyar kir ku rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk êrîşî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dikin, ji ber van êrîşan jî hevalên wan Roza Botan û Qehreman Dêrik şehîd ketine. -
Meclîsa Leşekerî ya Cerablûsê avakirina xwe îlan kir
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs, avakirina xwe bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê îlan kir. -
Şandeya HDP’ê ya Îmralî : Divê guh bidin banga KCK’ê
Şandeya HDP’ê ya Îmralî diyar kir ku divê hikûmet, dewlet û hêzên demokrasiyê guh bidin daxuyaniya KCK’ê û bi giringî li ser rawestin û got, ‘’Vê carê divê çareserî û muzakere nebe amûr.’’ -
Heyeta Îmraliyê daxuyaniyê dide çapemeniyê
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, têkildarî deklarasyona çareserî û muzakereyê ya KCK'ê pêr eşkere kir, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist. -
Dadgeriya Tirk biryar da pêveka 'Ozgur Gundem'ê bê hevdan
Terora dewletê ya li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê dewam dike. Dadgeriya Tirk biryar da, pêveka 'Ozgur Gundem'ê ya rojnameya Atilimê jî bê hevdan. -
Cangoriyê Minbicê Dogan li Dusseldorfê hat bîranîn
Îzzettîn Dogan (Delîl Mereş) ê li Minbicê di pêngava rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Li Marsîlyayê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Li dijî terora AKP'ê berxwedana azadiyê bilind dibe -Selahattîn Erdem
Divê ti kes xwe nexapîne û neyê lîstika AKP’ê. Li Tirkiyeyê di bin rêveberiya rewşa awarte de ne derfeta siyaseta demokratîk û ne jî bikaranîna maf û azadiyan heye. Li dijî terora faşîst a rêveberiya rewşa awarte bi tenê rêya berxwedanê vekiriye. -
Alîkarê Musteşarê MÎT'ê çû Şamê
Tê gotin, alîkarekî Musteşarê Rêxistina Îstîsbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan duh çû Şamê û hin hevdîtin kir. -
15'ê Tebaxê li Adigeyê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. -
Ji bo Asli Erdogan 'Nobeda Azadiyê'
Ji bo nivîskara rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a girtî, li ber Girtîgeha Bakirkoyê 'Nobeda Azadiyê' destpê dike. -
KCDK-E ji bo greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bang kir
KCDK-E ji bo greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê bi rengekî bêdawî tê lidarxistin, banga piştgiriyê kir. -
Ozgur Gundemê Dîlok kir manşeta xwe: Heman kiryar, heman hedef
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku li ser daxwaza AKP'ê bi biryara 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê hat girtin, komkujiya li Dîlokê kir manşeta xwe ya îro. -
Şervanê YPG'ê Ozer li Wûppertalê hat bîranîn
Ji bo şervanê YPG'ê Nûrûllah Ozer ê li Minbicê di şerê li dijî DAIŞ'ê de şehîd ket, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Li Bernê meşa ji bo azadiya Ocalan
Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan, ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê hat lidarxistin, bi meş û mîtîngeke girseyî qediya. -
Partiya Azadî ya Mezopotamyayê komkujiya li Dîlokê şermezar kir
Partiya Azadî ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li Dîlokê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi alîkariya AKP'ê hat kirin, şermezar kir. -
Kurdistaniyên li Ewropayê lenet li komkujiya li Dîlokê anîn
Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Dîlokê bi piştgiriya AKP'ê kir û di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Ewropayê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan bi çalakiyan lenet li komkujiyê anîn. -
Li Hesekê 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 20 jî bi saxî hatin girtin
Şervanên YPG’ê wesayîtekî aîdî hêzên rejîmê ya ku doşka li ser barkirî rûxand, 6 leşkerên li nav wesayîtê hatin kuştin. Her wiha şervanên YPG’ê 20 leşkerên rejîmê jî bi saxî girtin. -
Demîrtaş: Alîkarî ji nava dewletê neyê girtin çalakiyên bi vî awayî nikarin lidar bixin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş di konê sersaxiyê yên 51 kesên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dayî de axivî û diyar kir ku alîakarî ji nava dewletê neyê girtin çalakiyên bi vî awayî nikarin li dar bixin. -
YPG: Çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk êrîşên hemwext li dar xistin
YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê û komên di bin sêwana Koalîsyana Netewî ya Sûriyeyê de li dijî bendên wan û gelên sivîl çalakiyên hemwext li dar xistin. Her wiha êrîşên artêşa Tirk jî berdewam dikin. -
CIK û AKEE komkujiya Dîlokê şermezar kirin
Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Yekîtîya Kardarên Kurd ên Ewropayê (AKEE) komkujiya Dîlokê bi daxuyaniyeke nivîskî yên cuda cuda şermezar kirin. -
ESP: Ne dîktatorî azadî, ne şer aştî
Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP’ê diyar kir, deklarasyona duh ya ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dayî, banga wê ye ku desthilatdariya AKP/Qesr şerê ku dayî destpêkirin bide rawestandin.