Heyeta Îmraliyê daxuyaniyê dide çapemeniyê

Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, têkildarî deklarasyona çareserî û muzakereyê ya KCK'ê pêr eşkere kir, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder, ji malbatên mirovên li Dîlokê hatin qetilkirin re sersaxî xwest. Onder got, "Kurteberiya salên dawî, kronolojiya komkujiyan e" û xwest, ji ber vê sedemê, daxuyaniya KCK'ê ji her alî ve bê nirxandin.

Onder bibîr xist, ku beriya niha dema KCK'ê deklarasyonek eşkere kiribû, li Enqereyê komkujî hatibû kirin û got, "Bi heman rengî li Dîlokê komkujî hat kirin. 5 saet heman piştî vê daxuyaniyê, hewl hat dayîn ev daxuyanî bê pûçkirin."

Onder destnîşan kir, ku gotina herî zêde Ocalan balê dikişîne ser, mekanîna darbeyê ye û wiha dewam kir: "Di nava demeke dirêj de hewl da bi hemû nîşaneyan, vê yekê ji me re û dewletê re vebêje. Wî bal kişand ser çi, ew qewimî. Pûçkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û mekanîka darbeyê ya beriya destpêkirina muzakereyê ket dewrê, mesele gihand rewşa heyî."

Onder da xuyakirin, ku hewldana darbeyê piştî amadekirina bingehên civakî, aborî û polîtîk hatiye kirin û got, "Ji bo hesab ji darbeyê were pirsîn, divê ewilî mirov li rewşa ku diyalog veguherand şer, binêrin."

Onder diyar kir, ji Pirsûsê heta Enqereyê, hemû komujî û cînayetên siyasî, ji bo bingehê ji darbeyê re amade bikin, hatine kirin.

Civîna çapemeniyê dewam dike.