CIK û AKEE komkujiya Dîlokê şermezar kirin

Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Yekîtîya Kardarên Kurd ên Ewropayê (AKEE) komkujiya Dîlokê bi daxuyaniyeke nivîskî yên cuda cuda şermezar kirin.

Federasyona Civaka Kurd a Îslamî (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê şermezar kir û got, Şevê din li Dîlokê DAIŞ’a hov ku mirovên me yên bêguneh, gelek jê zarok û jin qetil kirine, em DAIŞ’ê û xwediyê desthilatdariyê yên paşmêriyê ji van re dikin şermezar dikin û dibêjin ji wan re her hebî dojeh.’’

Di berdewamiya daxuyaniyê de CÎK wiha hat gotin: ‘’Nîjatperestiya Tirk, Ereb, Fars ku bi lewitandina navê Îslamê bûne desthilatdar, Îslamê xira dikin û wiha desthilatdariya xwe didomînin. Ev nexweşiya desthilatdariyê û şehwetperestiyê çavê şopdarên wan kor, guhê wan kerr û dilê wan jî hişk kiriye.’’

AKKED JÎ KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR

Kardarên Kurd ên Ewropayê (AKEE) jî bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê şermezar kir û wiha anî ziman: ‘’Em êrîşa terorîs ya Dîlokê şermezar dikin, ji bo mirovên me yên ku jiyana xwe ji dest dayin dibêjin, rehma xwedê li wan be, ji bo birîndarana em şîfaya xêrê dixwazin û serê tevahiya gelê me sax be.’’